Serê salê bi dîmenên rengîn hat pîrozkirin
- çand û huner
- 10:29 14/1/2021
Serê salê ya ku li gorî salnameya Rûmîdestpêka sala nû ye û rastî 13’ê Çileyê tê, li Qosera Mêrdînê hat pîrozkirin.
Serê salê ya ku li gorî salnameya Rûmîdestpêka sala nû ye û rastî 13’ê Çileyê tê, li Qosera Mêrdînê hat pîrozkirin.
Li Êlihê bi navê Rozayê pirtûkfiroşek hat vekirin. Li Rozayê eleqeyeke zêde ji bo pirtûkên kurdî heye.
Li Çêrmûkê kenîşteya cihûyan a ji sedsala 14'emîn ve mayî, li ber herifandinê ye.
Koordînatorê Akademiya Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar diyar kir ku wê 4’emîn Konserên Amîdayê li navçeya Sûrê li dar bixin û got: “Bi Konserên Amîdayê stranên me ji hepsa malê xelas bûn.”
Hejmara 18’an a Kovara Dilopê derket. Di dosyeya vê hejmarê de cih ji analîzên nivîskar û siyasetmedarê kurd Tarik Ziya Ekîncî re hatiye veqetandin.
Hejmara 10’emîn a Kovara Zrîngê derket û gihîşt xwînerên xwe. Kovara qerfî Zrîng, di berga xwe de balê dikişîne ser sala nû. Kaloyê ku sersalê pîroz dike, ji ber xizaniya li Kurdistnê xemgîn dibe û cilên xwe diyarî dike.
Li Geverê xebatên çand û hunerî ji holê hatine rakirin. Ji ber vê yekê ciwanên bi kuçe û kolanan daketin komek muzîkê ya bi navê Koma Dengda saz kirin û li ber stranên kurdî kolanan şên dikin.
Bi giştînameya Wezareta Karê Hundir, girtina eywanên sînemayê heta 1’ê Adara 2021’an hat dirêjkirin.
Hunermendên ji Dêrsimê bertek nîşanî veguherandina baregeha leşkerî ya ku Komkujiya Dêrsimê lê hatibû birêvebirin kirin muze dan û gotin travmayek nû li bîra civakê hatiye zêdekirin.
Diyarname.com di nava 20 endamên jurî de pêşbaziyek balkêş birêve bir û klîba kurdî ya salê da dengdayînê. Klîba sala 2020'an a Hunergeha Welat "Nazê Nêrgiza Hewşê" wek klîba yekemîn a salê hat hilbijartin.
Komeleya Lêkolînên Kurdî, vîdeoyên dersên kurdî li ser Youtubeyê bar dike. Mamsoteyê komeleyê Alî Arslan, anî ziman ku bi vî awayî hem dixwazin xwendin û nivîsandina bi kurdî hîn bikin hem jî rêzimana kurdî û armanca wan, pêşî li ber bişaftinê bigirin.
Di ser mirina nivîskar û rojnamevan Mahmût Baksî re 20 sal derbas bûn. Nivîskar Firat Cewerî, bal kişand ji bo wêjeya Baksî got: "Ew, ji bo nifşên nû mîak bû, hêvî bû."
11’emîn Mihrîcana Fîlmên Kurd a Hambûrgê, ji ber pandemiyê wê îsal di navbera 19-23’ê kanûnê de li ser înternetê bi awayekî online bê lidarxistin.
Bi ser wefata dengbêjê navder Mihemed Arif Cizîrî re 34 sal derbas bûn. Lê hîna jî bi qasî ku klam û çîroka jiyana Mihemed Arif Cizîrî tenetiya wî jî, her dem weke birînek biêş di singa hûnera kurdî de zindiye.
Karîkaturên ku 50 girtiyî derbarê şewba Covîd-19'ê de xêz kirin, bi navê "Korona Gunlerînde Mahpûslûk" hatin çapkirin.