Li Girtîgeha Sîncanê nahêlin girtî bên tedawîkirin

  • rojane
  • 14:05 11 Mijdar 2025
  • |
img

ENQERE - Endama TJA’yê Zelal Bîlgîn ku li Girtîgeha Sîncanê tê ragirtin, bi rêya parêzerên xwe nameyek şand û got ku bi hincetên cuda tedawiyên girtiyan tên astengkirin. 

 
Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Zelal Bîlgîn ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, bi rêya parêzerên xwe nameyek şand. Zelal Bîlgînê di nameya xwe de binpêkirinên li girtîgehê vegot. Zelal Bîlgînê got ku bi taybet jî mafên tenduristiyê yên girtiyên nexweş tên binpêkirin û got: “Piştî salek û nîvan ez birim MR’ê.” 
 
AN HEVDÎTINA VEKIRÎ YAN JÎ MAFÊ TEDAWIYÊ 
 
Bi domdarî Zelal Bîlgînê anî ziman ku rêveberiya girtîgehê rojên randevûyê û ya hevdîtina vekirî dixe heman rojê û wiha pê de çû: “Weke heman sepan, di nava rojekê de ji gelek nexweşxaneyan randevû tê standin. Ji ber vê jî girtî pê re nagihijin biçin hemû randevuyên xwe. Ev jî dike ku mafê wan ê tenduristiyê were binpêkirin. Bêyî ku li rewşa lezgîn binêrin, li gorî keyfa xwe nexweşxaneyê hildibijêrin û dibin. Randevuyên me yên MR-ultrason-mamografiyê dixin rojên me yên hevdîtina rû bi rû. Em li cihên dûr in lewma em jî hedîtinê tercîh dikin. Bi vê yekê re tespîtkirina nexweşxaneyê dereng dikeve.” 
 
ZEXTA KELEMÇEKIRINA DESTAN A DI DEMA MUAYENEYÊ DE 
 
Di berdewamê de Zelal Bîlgînê bi lêv kir ku zexta kelemçekirina destan a di dema muayeneyê de didome û dema dibin nexweşxaneyê jî di tevahiya rojê de di rîngê de destkelemçekirî tên sekinandin. Zelal Bîlgînê, got: “Destên me kelemçekirî, li dora me cendirme û cendirme hewl didin têkevin bin milên me. Gelek caran bijîşk ji bo kelemçekirina destan dibêje ‘ji bo min ferq nake’ lêbelê dîsa jî cendirme hewl didin araste bikin û kelemçeyê dernexînin. Li Nexweşxaneya Bajar a Etlîkê gelek bijîşk, di dema muayeneyê de kelemçekirina destan ferz dikin û li hin nexweşxaneyan ev rewş heta teknîsyenên rontgenê jî belav bûye. Di dema kişandina rontgenê de tiştên weke guhar û saetan bi hinceta ‘di teyîse’ tên derxistin lê kelemçeyên bi giraniya 500 graman nayên derxistin.” 
 
'GOTIN BIJÎŞK LI BETLANEYÊ YE Û NEBIRIN NEXWEŞXANEYÊ’ 
 
Bi domdarî Zelal Bîlgînê da zanîn ku girtiya bi navê Nûriye Adet, nebirine nexweşxaneyê û tedawiya wê hatiye astengkirin û got: “Tu diranek di devê Nûriyeyê de nameye. Tedawiya wê dê nêzî du salan bidome. Lêbelê ji ber ku di dema xwe de nabin nexweşxneyê, ev pêvajo dirêj dibe. Ji ber ku diranên wê nînin nikare xwarinê bicû û ev jî di mîde û rûviyên wê de rê li ber pirsgirêkan vedike. Di tevahiya havînê de bi hinceta ‘bijîşk çûye betlaneyê’ nebirin nexweşxaneyê. Di 24’ê Îlonê de ji bo tedawiyê birin cem bijîşk. Ji ber ku bijîşk bertek nîşanî cendirme û gardiyanan da, tevî ku bijîşk her tim randevu daye jî personelên girtîgehê û cendirmeyan Nûre nebirine nexweşxaneyê. Bijîşkî gotiye ku divê her hefteyê were lê belê em dizanin ku nabin.” 
 
‘XWE JI KIRINA EZYETÊ NADIN PAŞ’ 
 
Zelal Bîlgînê destnîşan kir ku ew bi xwe jî tedawiya diranan dibe û wiha bi dawî kir: “Di 17’ê mehê de heqdestê wê hate birîn û bijîşk gotibû ku ‘divê hûn bi lezgînî bînin’ jî bi hinceta ku cendirme tune ne, ez nebirim nexweşxaneyê. Di 24’ê mehê de jî cendirmeyan gotin ‘em ê tenê du kesan bibin’ û tevî israr û êşa min jî gotin ‘Em ê te bişînin MR’ê’ û randevuya min a diranan hate betalkirin. Bijîşkê Gaziyê (zanîngeh) tenê di rojên çarşemê de nexweşxan digire û tedawiyê dike. Li gel ku ev tê zanîn jî randevuya min a MR’ê dane vê rojê. Ji ber ku her tim hebên êşbir dixwim, mîdeyê min diêşe. Girtîbûna me, êş kişandina me bi têrî wan nake. Her yekîne, biqasî ji dest tê, xwe ji kirina ezyetê nadin paş.” 
 
MA / Sema Bîngol    
 
 

Sernavên din

10:29 ‘Konferansa navneteweyî’ di roja 2’yan de didome ZINDÎ
10:16 Hejmara nû ya kovara Jinê derket
10:06 Parlamenterê berê yê Hindî: Rêgezên Ocalan dê ji bo hemû cîhanê aştiyê bîne
09:55 Beşdarên konferansê: Niha ne dema temaşekirinê, dema nivîsandina dîrokê ye
09:26 Dayikan got: Heta Rêberê me azad nebe aştî nabe
09:23 Bi hinceta deynê xwarinê yê li girtîgehê dest danîn ser bûrsa keça wî!
09:17 Li Dêrsimê berteka li dijî fihûşê: Tiştên tên kirin berdewama polîtîkayeke bi zanebûn e
09:15 Qeyûmî avahiya dîrokî dewrî wezaretê kir
09:08 Adalet Kaya: Em ê li Licê li dijî tora fihûşê komîsyonan ava bikin
09:04 Navnîşana sînemaya azad
09:00 ROJEVA 7'Ê KANÛNA 2025'AN
06/12/2025
20:03 Azîme Işik: Ji bo veguhertinê divê pîvana edaletê were qebûlkirin
19:21 Li Helebê banga ji bo azadiya Abdullah Ocalan
19:11 Fîdan: Ocalan dikare li Sûriyeyê bibandor be
18:26 NY: Li Sûriyeyê binpêkirinên mafên mirovan didome
18:03 Parlamenterê Îrlandî Kearney: Divê civaka sivîl tevlî pêvajoyê bê kirin
Serokwezîrê berê yê Katalonyayê Garcia: Ya herî girîng peymana we ya bi gelê we re ye
16:55 Bahçelî: Dê baskê duyemîn ê çûka aştiyê bê çêkirin û her kes dê firîna wê bibîne
16:45 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:42 Li sê bajaran bang ji bo girtiyên nexweş
15:55 Nêçîrvan Barzanî: Avakirina aştiyê dê bandorê li tevahiya herêmê bike
15:49 Arzû Yilmaz: Entegrasyona ku Abdullah Ocalan behs dike, formula jiyana bihevre ye
Oleksandra Viacheslavivna Matviichuk a xwediya Xelata Nobelê: Divê em jinan daxilî pêvajoyê bikin
15:16 Li Stenbolê Komxebata Aştiyê: Em dixwazin bi awayekî çalak di pêvajoyê de cih bigirin
15:04 Senatorê Efrîqaya Başûr Bhabha: Ji kêliya em bi fermî naskirin ve her tişt guherî
14:36 Li Sûriyeyê 665 kesan ji ber bermahiyên şer jiyana xwe ji dest dan
14:31 Ji bo Mehmet Guler, Rojhat Ozdel û Faîk Kevcî edalet xwestin
14:23 Endamê komîsyonê Yildiz ê çû Îmraliyê: Meseleyeke dewletê ye ku nayê taloqkirin
14:13 Girtiyê ku ferzkirina 'nizama leşkerî' red kir, gardiyanan êrişî wî kir
13:58 Bi girseyî çûn serdana şîna Yîgît û Turgut
13:44 Endamê Şandeya Îmraliyê Erol: Abdullah Ocalan dixwaze Kurd daxilî hiqûqê bê kirin
12:49 Barzanî: Amade me ku ji her alî ve piştgiriyê bidim pêvajoyê
Talabanî: Em piştgiriyê didin her gava ji bo hêviya aştî û demokrasiyê tê avêtin
12:30 Bi îdiaya ‘ezmûna tev li bûye nehatiye dîtin’ tehliyeya Şîmşek hat taloqkirin
12:18 Îlham Ehmed: Em dixwazin xwe li Tirkiyeyê û Tirkiyeyê jî li vir bibînin
12:07 Hevalê Edemen ê 31 salan di girtîgehê de got: Jiyana xwe fedayî têkoşîna gelê xwe kir
11:25 DAIŞ dîsa li Sûriyeyê di nava livûtevgerê de ye
11:07 Abdullah Ocalan: Bi avakirina civaka demokrtîk em ê sosyalîzmê ji nû ve bi dest bixin
10:44 Li Osmaniyeyê qeza: Gelek mirî û birîndar hene
10:38 Konferansa Navneteweyî: Paradigmaya Abdullah Ocalan çareseriyeke mezin e
09:27 Di mehekê de 4 caran sewqî nexweşxaneyê hat kirin: Bila êdî min nebin nexweşxaneyê
09:27 Ji doza ku wekî sedema tayinkirina qeyûm hat nîşandan beraet kir: Divê şaredarî bên vegerandin
09:14 'Şer astengdariyê zêde dike, em ê ji bo aştiyê bitêkoşin'
09:14 Serokê Odeya Dermansazan a Wan-Bedlîs-Colemêrgê: Nediyariya fiyetan bandorê li dermanan dike
09:10 'Divê êdî dewlet paradîgmaya xwe biguherîne'
09:09 Ji Licêyiyan li dijî 'tora fihûşê' banga yekîtiyê
09:07 Festîvala bêyî xalîçeya sor
09:00 ROJEVA 6'Ê KANÛNA 2025'AN
05/12/2025
16:45 Belgefîlma ‘Birîn’ a ji bo bibîranîna Kadrî Bagdu hat weşandin
16:13 'Girtiyê nexweş Yildirim nehat tehliyekirin’
16:07 Li Dêrsimê li dijî fihûşê daketin qadan
15:13 Encama Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kurt aşkera bû
14:53 Civaknas Holloway çû serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê
14:36 Der heqê hevşaredar Neslîhan Şedalê de biryara beraetê
14:29 Îlham Ehmed dê di konferansa li Stenbolê de biaxive
14:27 Şîna Alî Kaya yê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
14:15 Li dijî zexta sîxurkirin û tacîzê dê serlêdana sûc bê kirin
14:01 Fîlozof Bourg: Ji bo demokratîbûnê divê Kurd bi awayeke çalak tev li siyasetê bin
13:11 Siyasetzan Însel: Hiqûqa giştgir dê dawî li hiqûqa cotstandart bîne
13:01 Hevdîtina li Îmraliyê vegot: Dê hêzek tev li artêşê bibe, ya din dê bibe asayîş
12:27 Di doza wek hinceta tayînkirina qeyûm hatibû nîşandan de biryara beraetê
11:53 Di operasyona bahîsê de pêla duyemîn: Gelek kes hatin binçavkirin
11:52 Ji Abdullah Ocalan bo Konferansa Meclisa Jinan a Mexmûrê peyam
11:39 Ebru Gunay: Pirsgirêka Kurd dê li ser zemîneke navneteweyî bê nîqaşkirin
11:03 Hedef çandina 2 milyon darên berûyê ye
10:40 Rageşiya li herêmê bihabûn bandoreke neyînî li turîzma Wanê dike
10:27 Di dosyeya mirina biguman a jinekê de gumanbar hatin tehliyekirin
09:29 Hevseroka Giştî ya DAD'ê: Divê Abdullah Ocalan karibe bi civakê re têkiliyê deyne
09:27 Me texrîbata li bajarê Zenobiayê Palmîrayê tomar kir
09:09 Li Wanê festîval: Muzîk azad dike, aştî mezin dibe
09:07 Jinên Licê bertek nîşanî 'çeteya' fihûşê dan: Divê her kes serî rake
09:04 Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Amedê: Em bi hunerê re bin
09:03 'Girtiyên nexweş bi çarenûsa xwe re rû bi rû hatine hiştin'
09:00 ROJEVA 5'Ê KANÛNA 2025'AN
04/12/2025
20:22 Abdullah Ocalan: Ji bo serkeftina pêvajoyê di nava hewldanan de me
19:17 Di civîna komîsyonê de aloziya girtekan
16:05 Şîna Can ê HPG’î bi girseyî hat ziyaretkirin
16:04 Xeyala Zinar Altuntaş pêk hat
15:24 AKP û MHP’ê nexwestin girtek bên xwendin
15:21 Li Wanê jinekê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da
14:10 Komîsyon bi rojeva ‘serdana Îmraliyê’ civiya
13:37 Raportorê PE yê Tirkiyeyê Amor serdana DEM Partiyê kir
13:29 DEM Partî dê li Eskîşehîrê bi gel re bicive
13:20 Konseya Ewlehiyê ya NY’ê cara ewil çû serdana Sûriyeyê
13:16 Girtiyê piştî 30 salan hat tehliyekirin: Dê Kurd azadiya xwe bi dest bixin
13:14 Komîsyona YE’yê Rûsya girt lîsteya reş
13:06 Li biheşta veşarî ya Mêrdînê Qurdîsê rengê payîzê
13:02 Kurtulmuş: A girîng ew e ku hûrgiliyên serdana Îmraliyê bi komîsyonê re bên parvekirin
12:14 Rapora ÎSÎG’ê ya Mijdarê: 216 karkeran di cînayetên kar de mirin
10:57 Daxuyaniya Bahçelî ya têkildarî verastkirina qanûnî
10:10 Qeyûm ê Wanê projeyên TUGVA'yê yên ‘bişaftinê’ fînanse dike
10:07 Meteorolojiyê ji ber sermayê xelkê Serhedê hişyar kir
09:23 Rojgul Ozdemîr: Cara ewil 7 salî bû çû ziyaretê, 29 sal in li benda berdana bavê xwe ye
09:22 Îlahiyatnas Salar: Divê Diyanet di xutbeyan de ji gel re pêvajoyê rave bike
09:18 Şoreşa bi rêya komunan pêş dikeve
09:07 Prof. Dr. Levent Koker: Bi çareseriyê re Tirkiyeyê dê derbasî pêvajoya demokratîkbûnê bibe
09:06 Hevserokê Giştî yê OHD'ê: Divê pirsgirêk di çarçoveya hiqûqa yekpare de bê nirxandin
09:00 ROJEVA 4'Ê KANÛNA 2025'AN
03/12/2025
21:30 PDK'ê li Xebat û li Lacanê çekên giran bicih kir
18:26 Dayika Aştiyê Aliye Tîmur hat definkirin
17:50 Meclisa Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêziknameya xwe erê kir
17:41 Hêzên Îranê li Rojhilat jineke Kurd binçav kirin
17:11 Şîna Serhat Korkmaz bi girseyî hat ziyaretkirin