Ji bo pêşveçûna kirmanckî 6 berhem derçûn: Berxwedan nebe wê ziman bihele
- çand û huner
- 09:01 08/6/2023
Mamosteyê MED-DER’ê Hacî Ozkal, bi zaravayê kirmanckî 2 ferheng û 3 pirtûkên li ser rêziman,biwêj û pêşgotinan û romanek weşand. Xebat û berhemên Ozkal ji Weşanxaneya J&J’yê derçûn. Ozkal got ku heke berxwedan nebe wê ziman bihele û bal kişand ser girîngiya zimanê zikmakî.