'Roj heye tenê heqê nan bi dest min dikeve'
- aborî-ked
- 09:20 28/12/2018
Ahmet Ûysalê çavên wî nabîne û tevî hevjîna xwe bi awayekî seyar zeytûn, rûnê zeytûnan û amûrên detskariyê difiroşe anî ziman ku ji bo debara xwe bikin ji mecbûrî dixebite.
Ahmet Ûysalê çavên wî nabîne û tevî hevjîna xwe bi awayekî seyar zeytûn, rûnê zeytûnan û amûrên detskariyê difiroşe anî ziman ku ji bo debara xwe bikin ji mecbûrî dixebite.
Li gorî daneyên Odeya Avahîsazan a Amedê di sektora înşeatê de li Amedê ji sedî 53 rêjeya wê kêm bûye. Ev kêmbûna rêjeyê rê li ber topavêtinê vekir. Avahîsaz Arîf Îpek diyar kir ku atmosfera siyasî ya welêt di vê mijarê de xwedî rolek mezin e û rewşa sektorê ya sala 2019’an de jî ji vê rewşê ne cudatir be.
Li Îdirê, bi hinceta nexweşînan di nav salê de 4 caran Bazara Heywanan hatibû girtin. Sewalvan ji ber vê yekê nerazî ne û gotin ev yek bi zanebûnî tê kirin.
Komîsyona Tespîta Heqê Herî kêm ê 2019'an wekî 2 hezar û 20 tl aşkere kir. Seroka Giştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, diyar kir ku heqê herî kêm ku ji bo sala 2019'an hat diyar kirin têr nake û bi vî heqî debar nabe.
3 karkerên di Îstasyona Taşit Muayene ya TUVTURK de dixebitin, ji ber ku endamên sendikayê bûn ji kar hatin avêtin.
Li Îdirê esnafên Bazara Rûsê jî ji ber krîza aborî bi gazinz in. Ji ber zêdebûna dolar û ji ber li gumrukê serê amûrekê 6-7 lîre ji turîstan distînin rewşa karê esnafên bazarê xirab bûye.
Li Mêrsînê, barîna zêde li cotkarên serayê yên Herêma Kazanli xist. Cotkaran, diyar kirin ku karesatê bandorek mezin li ser wan kir û gotin: “Karesata vê çarê em xelas kirin. Vaye rewşha me li holê ye.”
Butçeya Navendî ya 2019'an ku ji aliyê Serokomar ve hatibû amadekirin tevî nerazîbûnan bi dengê AKP û MHP'ê hat qebûlkirin.
Aborîzan Gaye Yilmaz, diyar kir ku di nav krîzên aborî de pêvajoya herî bi buhran stagflasyon e û rewşa aboriya Tirkiyeyê jî niha di vê pêvajoyê de ye. Yilmaz got wê AKP piştî hilbijartina herêmî berê xwe bide ÎMF'ê û wê fatûreya derkeve holê jî li civakê bê ferzkirin.
Li Geverê gundiyên debara xwe bi sewalvaniyê dikin, ji ber qedexekirina zozanan bi zor û zehmetiyê re rû bi rû dimînin. Gundiyan, bilêv kir ku ev rewş zivistanê jî dewam dike û naxwazên bihara bê zozanên wan qedexekirî bin.
Nûnerê DÎSK'ê yê Herêma Dîlokê Alî Guducu, destnîşan kir ku kesên hezar û 603 lîre meaşê kêmtirîn distînin ji bo nemirin li ber xwe didin. Guducu, got ji bo bêhna karkeran derkeve divê meaşê kêmtirîn herî kêm bibe 2 hezar û 800 lîre.
Alî Işikê bi meaşê kêmtirîn debara malbata xwe dike, diyar kir ku her meh 900 lîreyê meaşê xwe dide heqê kirê û ji ber vê tim deyndar e. Işik got: "Dinya sar bûye. Zarok nexweş in. Ji bo derman bikirim çûm dermanxaneyê. Heqê dermana 7 lîre girt, lê min nikaribû bide."
Sendîkayên DÎSK û KESK'ê û odeyên TMMOB û TTB'ê bi dirûşmeya “Em li dijî xizanî, betalî û bê ewlehiyê bi hevre têbikoşin" dê li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê mîtîngê pêk bîne. Sendîka û Odeyan beriya mîtîngê bang li her kesî kirin ku tev li mîtîngê bibin.
Li Dîlokê yek ji hunerên destkariyê ya girîng yemenîvanî jî nesîbê xwe ji krîza aborî girt. Hosteyê yemeniyan Adil Keskînsoy, diyar kir ku ji ber maliyet zêde bûye êdî kes xweşikî yemeniyan nakire.
Odeya Bijîşkên Amedê banga beşdariya doza bijîşkan li hempîşeyên xwe kir û got ew ê di 26’ê mehê de li Mêrdînê bin û di 27’ê mehê de jî li Enqereyê tev li danişîna hekîman bibin.