RIHA – Li Rihayê Kadriye Ejder ji aliyê hevserê xwe Sînan Ejder ve hat qetilkirin.
Li Rihayê Sînan Ejder (30) bi çekê hevsera xwe Kadriye Ejder (27) qetil kir. Hat ragihandin ku Sînan Ejder piştre întîxar kiriye. Li Taxa Yavuz Selîm ya navçeya Halîliyeyê piştî ku dengê çekan hat bihîstin li ser îxbarê ekîbên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û derket holê ku Kadriye Ejder û Sînan Ejder jiyana xwe ji dest dane.
Li aliyê din zarokê wan a 5 salî D. E. li malê bûye û piştre winda bûye. Piştî lêgerînan D. E. li nêzî malê hat dîtin û ji ber ku ji denge çekan tirsiyaye xwe li nêzî malê veşartiye.
Piştî lêkolînên li cihê bûyerê ji bo otopsiyê cenaze rakirin morga Saziya Tipa Edlî û D. E. ya 5 salî jî dê di bin çavdêriyê de be.