Ji Reqayê wêneyên azadiyê

  • rojane
  • 15:26 18 Cotmeh 2017
  • |
img

REQA - Keyfxweşî û kelecana azadiyê yên sivîlên Reqayê ket ber okjektîfên Ajansa me Mezopotamya yê.  

Operasyonên Reqayê bi serkeftina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi dawî bû. Li aliyê din paqijiya nava bajêr didome. Li bajêr dawî li esareta 5 sal a DAIŞ’ê hat. Şervanên jin ên YPJ’ê gihan hawara sivîl û jinên mîna koleyan di bazaran de dihat firotin û muhra xwe li dîrokê xistin. DAIŞ’a ku hemû zilim û îşkence li jin, zarok, pîr û kalan rewa dît, dem bi dem ji bo operasyonên QSD’ê astenk bike, mîna mertalan sivîl bikar anîn. Lê şervanên QSD’ê bi operasyonên taybet bêyî ku gel zirarê bibin in, azad kirin.     
 
Sivîlên ku bi keyfxweşiyek mezin azadiya Reqayê pêşwazî dikin ketin ber objektîfên Ajansa me Mezopotamya (MA) yê. Hin ji van wêneyên dîrok em dixwazin ji raya giştî re parve bikin. 
 
* Dayika Rabîa Rehman a 60 salî ku ji Lazkiyêye herî dawî  ji Reqayê rizgar bû. Rehman, di operasyona paqijkirina derdorê û sahaya futbolê de hat rizgarkirin. 
 
* Jinên ku ji esareta 5 salan rizgar bûn, keyfxweşiya xwe bi hembêzkirina şervanên jin nîşan dan. Jinekê jî, eniya şervana YPJ’ê ku ew rizgar kirî, maç kir. 
 
* Hin xizmên ku di şer hev winda kiribûn, piştî operasyona QSD’ê hev dîtin.
 
* Li Reqayê keyfxweşî, kelecanê, rondik, tirs û êş hemû bi hevre hatin jiyîn. Gelê wir tu carî duayên xwe ji şervanan kêm nekirin. 
 
* Di operasyona ku 4 mehin didomin de gelek sivîl jî bi destên DAIŞ’ê hatin qetilkirin. Xizmên wan ji şervanên QSD’ê xwestin ku wan bigihînin cenazeyên wan.
 
* Jin, zarok, kal û pîr çav bi girî digehiştin şervanên QSD’ê.
 
* Li her koçeyek Reqayê rojên dîrokî hatin nivîsandin, li şûna tarîtiyê ronahî hilbû û jinan li bajarê başverûtî lê dihat ferz kirin, bi ser xistin.  
 
MA / Nazim Daştan
 

LÊGERÎN

Ji bo 820encam hatin peydakirin, ên tên nîşandan 1 - 20

Rupel 0 / 0

10:58 Bahçelî: Ji bo aştî bifire divê du baskên wê hebin
10:23 KJK: Heta Rêber Apo azad nebe çareserî pêk nayê
10:10 Bhaskar Sunkara: Banga Ocalan ji bo pirsgirêka neteweyî rêyeke alternatîf pêşkeş dike
09:52 Xelkê Wanê: Rojîn Kabaîş hate kuştin, kuj di nav gel de ne
09:15 Hevseroka PJAK'ê: ‘Jin, jiyan, azadî’ serdema şoreşeke nû da destpêkirin
09:12 'Divê têkoşîna aştî û demokrasiyê bi hev re bimeşe'
09:10 Şahidê Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê: Bi bedenên xwe dîrok nivîsandin
09:06 Nivîskar Mûkkades Erdogdû Çelîk: Hêzên demokrasiyê li dijî pêkanînên 12'ê Îlonê li ber xwe didin
09:05 Ambargoya li Mexmûrê giran dibe: Dixwazin kampê ji jiyanê xalî bikin
09:05 Çemê Mûradê bi gefa siyanurê re rû bi rû ye: Dê bi sedhezaran mirov jehrî bibin
09:04 Ji bo rabûna li dijî talankirina xwezayê ji Stenbolê hat Bestayê
09:00 ROJEVA 12'Ê ÎLONA 2025'AN
11/09/2025
19:37 Gulistan Koçyigit: Divê her kes bi berpirsiyarî tevbigere
16:13 Kurtulmuş: Peywira komîsyonê ew e ku xebatan bigihîne encamê
16:06 Saziyên serî li Konseyê dabûn xwestin têkildarî ‘mafê hêviyê’ sererastkirin bên kirin
15:33 DEM Partî çû serdana CHP’ê
15:18 Beriya serdana DEM Partiyê dorpêça li ser avahiya CHP’ê hat rakirin
15:17 Komîsyona Meclisê cara 8’an civiya
15:06 Ayşe Gokkan nehat berdan: Divê Ocalan azad bibe
13:19 28’emîn Kongreya Bijîşktiya Diranan a Navneteweyî dê li Amedê bê lidarxistin