Ji Reqayê wêneyên azadiyê 2017-10-18 15:26:23 REQA - Keyfxweşî û kelecana azadiyê yên sivîlên Reqayê ket ber okjektîfên Ajansa me Mezopotamya yê.   Operasyonên Reqayê bi serkeftina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi dawî bû. Li aliyê din paqijiya nava bajêr didome. Li bajêr dawî li esareta 5 sal a DAIŞ’ê hat. Şervanên jin ên YPJ’ê gihan hawara sivîl û jinên mîna koleyan di bazaran de dihat firotin û muhra xwe li dîrokê xistin. DAIŞ’a ku hemû zilim û îşkence li jin, zarok, pîr û kalan rewa dît, dem bi dem ji bo operasyonên QSD’ê astenk bike, mîna mertalan sivîl bikar anîn. Lê şervanên QSD’ê bi operasyonên taybet bêyî ku gel zirarê bibin in, azad kirin.        Sivîlên ku bi keyfxweşiyek mezin azadiya Reqayê pêşwazî dikin ketin ber objektîfên Ajansa me Mezopotamya (MA) yê. Hin ji van wêneyên dîrok em dixwazin ji raya giştî re parve bikin.    * Dayika Rabîa Rehman a 60 salî ku ji Lazkiyêye herî dawî  ji Reqayê rizgar bû. Rehman, di operasyona paqijkirina derdorê û sahaya futbolê de hat rizgarkirin.    * Jinên ku ji esareta 5 salan rizgar bûn, keyfxweşiya xwe bi hembêzkirina şervanên jin nîşan dan. Jinekê jî, eniya şervana YPJ’ê ku ew rizgar kirî, maç kir.    * Hin xizmên ku di şer hev winda kiribûn, piştî operasyona QSD’ê hev dîtin.   * Li Reqayê keyfxweşî, kelecanê, rondik, tirs û êş hemû bi hevre hatin jiyîn. Gelê wir tu carî duayên xwe ji şervanan kêm nekirin.    * Di operasyona ku 4 mehin didomin de gelek sivîl jî bi destên DAIŞ’ê hatin qetilkirin. Xizmên wan ji şervanên QSD’ê xwestin ku wan bigihînin cenazeyên wan.   * Jin, zarok, kal û pîr çav bi girî digehiştin şervanên QSD’ê.   * Li her koçeyek Reqayê rojên dîrokî hatin nivîsandin, li şûna tarîtiyê ronahî hilbû û jinan li bajarê başverûtî lê dihat ferz kirin, bi ser xistin.     MA / Nazim Daştan