Ciwan amadekariya meşê dikin

img

WAN/AMED - Ciwanên ku amadekariya ji bo meşa ku ew ê li Amed û Bûrsayê bi dirûşmeya "Bi Rêberê Azadiyê re ber bi Jiyana Azad ve" lidar bixin didomînin, banga beşdarbûnê kirin.

Platforma Ciwanên Welatparêz ragihand ku ew ê di 18'ê Cotmehê de li Amed û Bûrsayê bi dirûşmeya "Bi Rêberê Azadiyê re ber bi Jiyana Azad ve" meşekê li dar bixin. Ciwan amadekariyên meşê didomînin. Meşa li Amedê dê saet di 17:00'an de li ser Pira Alipınar a navçeya Rezanê dest pê bike û heta Birca Ben û Sen a navçeya Sûrê bidome. Piştî daxuyaniyê, dê heta sibehê "Nobeda Azadiyê" were girtin. 
 
Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) banga beşdarbûnê li ciwanan kir. 
 
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partî ya Wanê Adem Yilmaz, got: "Ev komplo ne tenê li dijî kesekî bû, li dijî îrade, hêvî û pêşeroja gelekî bû. Îro, şermezarkirina vê zîhniyetê û têkoşîna li dijî wê di her warî de ji bo jiyaneke azad û aştiyeke birûmet girîng e. Em ê 9'ê Cotmehê ji bîr nekin û em ê ji berpirsiyarên komployê hesabê êşa ku afirandine bipirsin."
 
‘EM Ê RÊWÎTIYA XWE YA AZADIYÊ MEZIN BIKIN' 
 
Yilmaz behsa meşa li Amed û Bûrsayê kir ku dê li dar bixin û diyar kir ku ew ê di her gavê de bibin dengê gelê Kurd. Yilmaz got: "Ev yek dê careke din berxwedana me û daxwazên gelê me nîşan bide. Em ê di her gavê de bibin dengê gelê xwe û bi hev re em ê rêwîtiya xwe ya ber bi azadiyê ve mezin bikin. Ev meş ne ??tenê çalakiyek e; ew îfadeya helwestekê ye. Gelê Kurd azadiya pêşengê xwe dixwaze û ev daxwaz êdî nayê paşguhkirin."
 
Yilmaz li ser polîtîkayên çewisandin û înkarê yên li ser zimanê Kurdî jî got: "Zimanê me yê dayikê beşa herî bingehîn a nasnameya me ye. Paşguhkirina vî zimanî tê wateya paşguhkirina gelekî. Divê her kes zanibe ku gelê Kurd israr dike ku bi zimanê xwe bijî û ev yek qet nayê şikandin. Divê ev zilm bi dawî bibe; biratiya gelan tenê li ser bingeha wekheviyê dikare were damezrandin. Ew hewl didin ku civaka me bi polîtîkayên sîxurî, tiryak û fihûşê xera bikin. Ev rêbaz ne tenê ciwanên me, tevahiya civaka me hedef digirin. Ev polîtîkayên qirêj zirarê didin aştî, jiyana hevbeş û exlaqa civakî. Divê ciwan li hember van dafikan hişyar bin û pêşeroja xwe ne bi van polîtîkayên tarî, bi têkoşîna rêxistinkirî ava bikin."
 
AZADIYA FIZÎKÎ  
 
Yilmaz bal kişand ser daxwaza azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û got: "Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan niha bi eşkereyî tê xwestin. Ji ber ku gel dizane ku azadî bi Rêberê wan re mimkun e. Ev daxwaz nîşaneya baweriyekê ye, nîşaneya îradeya kolektîf a gelekî ye. Dirûşma 'Bi Rêberê Azad ber bi Jiyana Azad ve" ne tenê dirûşim ye; ew xwesteka herî kûr e ku di dilê gel de ye. Ciwan dê di meşa 18'ê Cotmehê de bi girseyî û bi biryardarî îradeya xwe nîşan bidin. Dengê ciwanan dê bi dengê bi milyonan re bibe yek û bibe sembola berxwedaneke bihêz li dijî vê tarîtiyê. Ji ber ku em dizanin ku azadiya birêz Ocalan azadiya vî gelî ye û azadî tenê bi berxwedanê dikare were bidestxistin."
 
 
BANGA TEVLIBÛNA MEŞÊ KIR
 
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Wanê Haşim Kutluk diyar kir ku ew ê roja Şemiyê 18'ê Cotmehê ji hemû bajaran ber bi sûrên Amedê ve bimeşin û azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan bixwazin. Kutluk got: "Em ê heta ku birêz Abdullah Ocalan azad bibe li kolanan bin. Em li vir in heta ku dewlet gav bavêje. Em careke din bang dikin: jin, ciwan û gelê me, werin em bi hev re ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan bimeşin."
 
 
HÊVIYA AZADIYÊ
 
Endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê ya Amedê Celal Ozer girîngiya beşdarbûnê destnîşan kir û bang li hemû ciwanan kir ku beşdarî meşa ji bo azadiya Abdullah Ocalan bibin. Ozer diyar kir ku banga Abdullah Ocalan a 27'ê Sibatê xeta neteweya demokratîk û hêviya gel a ji bo azadiyê xurt kiriye û got: "Hêzên hegemonîk dixwazin berjewendiyên xwe yên gerdûnî, bi taybetî yên li Rojhilata Navînê pêk bînin. Wekî gelê Kurd, em dizanin ku em di demên dîrokî re derbas dibin. Di qonaxeke wisa de, Rêber Apo bi 'Banga xwe ya dîrokî ji bo Aştî û Civaka Demokratîk' xeta neteweya demokratîk wekî alternatîfek xurt kir. Bi vî rengî, wî hêviya gel, jin û ciwanan a ji bo azadiyê hîn xurttir kir."
 
 
ARMANCA MEŞÊ
 
Ozer anî ziman ku armanca meşê ew e ku dewletê neçar bike ku gav bavêje û got: "Ew behsa aştiyê dikin, lê polîtîkayên wan ên şerê taybet hîn jî berdewam dikin. Gavên berbiçav nayên avêtin. Bi gelemperî pêvajoyên aştiyê avêtina gavên rast û berbiçav hewce dike. Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' ku di bin pêşengiya Rêber Apo de pêş ket, di serî de ji hêla ciwanan ve hatiye hembêzkirin. Ji destpêka pêvajoyê ve, em di çarçoveya 'Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk' de xwe birêxistin dikin û li gorî têgihîştina me ya manîfestoyê xebata komunal diafirînin û dimeşînin. Li ser vê bingehê, em ê meşek û dûv re jî nobedariyê li dar bixin." Ozer hemû ciwanan meşê.