WAN - Şaredariya Ebexê, bi mebesta wekheviya zayendî û cihgirtina jinan di mekanîzmayên rêveberiyê de Meclisa Jinan ava kir.
Şaredariya Ebexê ya Wanê ya di destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de, ji bo jin di rêveberiyên herêmî de bi awayeke çalak cih bigirin û xurtkirina wekheviya zayendî, Meclisa Jinan ava kir. Di civînê de pankarta “Jin jiyan e, jiyan xwe birêvebirin e” hat daliqandin. Hevşaredara Ebexê Hatîce Atabay, diyar kir ku armanca meclisê xurtkirina xebatên wekheviya zayendî, çareseriya pirsgirêkên xebatkarên jin û pêşxistina projeyên jinan ên li navçeyê ne.
Hatîce Atabayê, destnîşan kir ku xebatên Meclisa Jinan dê bi rêya Midûriyeta Polîtîkayên Jinan bên birêvebirin û ev tişt got: “Di nava xebatên hatine plankirin de bernameyên perwerdehiyê û avakirina tora piştevaniyê hene. Ji bo jin karibin di nava mekanîzmeyên rêveberiyê de bi awayeke çalak cih bigirin û tevlibûneke wekhev û demokratîk bikin ev destkeftiyeke mezin e.”
DIYARIYÊ ROJÎN KABAÎŞÊ HAT KIRIN
Hatîce Atabayê, anî ziman ku damezirandina meclisê diyariyê Rojîn Kabaîşê kirine û wiha pê de çû: “Ji bo xwedîderketina li bîranîna Rojînê, lêgerîna xurt a edaletê û pêşîlêgirtina qetilkirina jinan, em ê têkoşîna xwe bidomînin. Me damezirandina meclisa xwe diyariyê Rojîn Kabaîşê kir û em ê li têkoşîna wê xwedî derkevin.”
Piştî damezirandina meclisê Hatîce Atabayê rave kir ku di çarçoveya daxwaza jinan de dê di nava xebatên mehekî de li navçeyê xebatên darçandinê, têkoşîna li dijî tundiyê û hevdîtinên kedê bikin. Civîn piştî guhdarîkirin û nivîsîna daxwazên jinan bi dawî bû.