Xebatkarên Perî Tekstîlê: Em ê bitêkoşin

DÊRSIM - Xebatkarên Perî Teksîtîlê ku li dijî derxistina ji kar dest bi çalakiyê kirin, diyar kirin ku heya mafên xwe bi dest bixin û vegerin ser kar wê bitêkoşin. 
 
Li Dêrsimê, şîrketa Perî Tekstîlê di 24'ê Tîrmehê de 17 kes ku piraniya wan jin bûn, ji ber nerazîbûna xwe ya li dijî mobbing û heqaretê ji kar derxist. Karkerên endamên BÎRTEK-SEN'ê dest bi çalakiyê kirin û daxwaza mafê xebata sendîkayî, bidawîanîna mobbingê li kargehê, mûçeya birêkûpêk, dayîna mûçeyên zêde, betlaneya salane ya ku bi salan bi kar neanîne, bidawîanîna xebata zêde û zextê û vegera ser karên xwe kirin. Di çalakiyê de ku di roja çaremîn de berdewam dike, xebatkaran got ku heya mafên xwe bi dest nexin ew ê çalakiya xwe bidomînin.
 
Meral Guzel ku pênc salan li şîrketê wekî ûtîvan xebitî û piştî ku ji kar hat derxistin beşdarî çalakiyê bû, got ku wan berê li kargehê gelek pirsgirêk dîtine. Meral Guzelê bilêv kir ku ji bo ku karên xwe winda nekin, ew bêdeng mane, lê piştî nerazîbûnê ji kar hatine avêtin. Meral Guzelê anî ziman ku piştî nîqaşeke di nava wan de serkar heqaret li wan kiriye û pirsgirêk bi vî awayî dest pê kirine û got ku piştî vê em ji kar hatin derxistin. Meral Guzelê anî ziman ku berê jî pirsgirêk hebûne û got: "Em 17 kes in û daxwazên me ev in: divê mafên me werin dayîn û em endamên sendîkayê ne û divê mafê me yê sendîkayê were naskirin. Kardêr sendîkayê qebûl nake. Ne sendîkayê qebûl dike û ne jî dixwaze karkerên sendîkayî bixebitîne. Em ê berxwedana xwe bidomînin heya ku daxwazên me werin bicîhanîn."
 
'EM Ê LI BER XWE BIDIN'
 
Evrîm Altinkaynakê ku pênc sal in wekî makînîst dixebite, got ku pirsgirêka di navbera du kesan wekî ya wan hemûyan be hatiye nîşandan. Evrîm Altinkaynakê got: "Di 24'ê Tîrmehê de dema ku em diçûn ser kar, em di otobusê de bi pirsgirêkekê re rû bi rû man. Piştî giliyek ji kesekî nêzîkî serkarê kargehê, 17 kes ji me birin odeyekê û bêyî ku derfeta axaftinê bidin me, serkar heqaret li me kir û bi ser me de qîriya. Ji ber ku me nikaribû bi wê derûniyê xebatê bidomîne berî mesaî biqede em derketin. Roja din jî me 17 kesan li serwîsê siwar nekirin. Tevî vê jî em bi derfetên xwe çûn navçeya Pêrtagê. Kardêr gazî me kir. Me pirsgirêkên wxe anîn ziman û wan jî got 'Qey canê we lêdanê dixwaze?' Bi ser me de hatin. Bi çena hevaleke me girtin. Nehiştin em bixebitin. Û em derxistin derve." 
 
Evrîm Altinkaynakê heya mafên xwe bi dest bixin û vegerin ser kar wê bitêkoşin. 
 
MA / Şîrvan Şîlan Çîl