ENQERE - Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş di civîna duyemîn a komîsyonê de axivî û got: “Em mecbûr in pêvajoyê li gorî qenaetên gel, bendewariyên wan û bi baldariyeke mezin birêve bibin.”
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de li Meclisê hate avakirin, ji bo lidarxistina civîna xwe ya duyemîn li Eywana Torenan a Meclisê civiya. Di vê civînê de dê li Serokê Teşkîlata Îstîxbaratê a Neteweyî (MÎT) Îbrahîm Kalin, Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya û Wezîrê Parastina Neteweyî Yaşar Guler were guhdarîkirin, dê pirs jê bên kirin û li bendê ye ku agahiyan parve bikin.
Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş, di destpêka civînê de axivî û got ku komîsyon gaveke dîrokî ye. Kurtulmuş, wiha got: “Firsendeke mezin tê nirxandin. Ji bo êdî careke din li ser çek, şer û pevçûnan neyê axaftin, ji bo cîbicîkirina aştî û xwişk-biratiyê, peywireke dîrokî dikeve ser milê komîsyonê. Bi dengên hevpar ên wekîlan û me bi hev re weke tifaqekê ev xal qebûl kir û ev serkeftineke. Bişkoka ewil rast hatiye girêdan. Ji bo cîbicîkrina biryarên li vir piştî mizakereyê hatine dayin, ruhê tifaqiyê yê li vir hatiye avakirin girîng e.”
‘EM MECBÛR IN BI BALDARÎ BIRÊVE BIBIN’
Di berdewamê de Kurtulmuş anî ziman ku komîsyon, firsendeke dîrokî ye û wiha pê de çû: “Ji bo em baş vê firsenda dîrokî bi kar bînin, em mecbûr in gavên xwe pir bi baldarî biavêjin. Divê em nêrînên xwe pir bi zelalî vebêjin. Di dawiya dawî de ev komîsyona li vê eywanê ku nûnertiya miletê me dike, komeke nûnertiya ji sedî 98’ê civakê dike ye. Em mecbûr in pêvajoyê li gorî qenaetên gel, bendewariyên wan û bi baldariyeke mezin birêve bibin. Roj dê were dê civînên nîqaşên hişk tê de tên kirin bên lidarxistin. Ev tevek jî dê ji bo yekitî û hevgirtina Tirkiyeyê bin.”
‘DÊ SERERASTKIRINÊN QANÛNÎ ÇÊBIBIN’
Kurtulmuş, axaftina xwe wiha domand: “Hema hema li Tirkiyeyê çav û guhê her kesî li vê komîsyonê ye. Hevgirtin û feraseteke hevpar a li vir ava dibe dê tevahiya Tirkiyeyê keyfxweş bike. Sedema sereke ya avabûna vê komîsyonê ew e ku rêxistinê piştî daxuyaniya ji Îmraliyê qebûl kir ku çekan berde, xwe fesix bike. Bi vê pêvajoyê re, ji bo sererastkirinên yasayî hate avakirin. Ev yasa dê ji Lijneya Giştî ya Meclisê re bên şandin.
Kurtulmuş, piştre jî ji bo civîn girtî were lidarxistin dengdayîn li dar xist. Ev daxwaz bi piraniya dengan hate qebûlkirin.
BIRYARA JI ÇAPEMENIYÊ RE GIRTÎ HATE ERÊKIRIN
Kurtulmuş, têkildarî mijarê got: “Axaftinên li vir dê bên qeydkirin. Lê bi tu awayî dê neyên weşandin. Endamên komîsyonê jî di nav de dê 10 salan neyên dayin. Tu mijareke di vê civînê de tê axaftin divê bi tu awayî li derve neyê parvekirin.”
Komîsyon, piştre ji çapemeniyê re girtî domiya.