Hevdîtinên HDP’ê ya ji bo yekitiyê didomin
- polîtîka
- 13:14 10/4/2018
Şandeya HDP’ê serdana Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê kir û di serdanê de li ser kongreya neteweyî axivîn.
Şandeya HDP’ê serdana Hevpeymana ji bo Demokrasî û Dadperweriyê kir û di serdanê de li ser kongreya neteweyî axivîn.
Tirkiye di şerê li dijî Efrînê de 15 xalên peymanên Neteweyên Yekbûyî (NY) binpê kirin. Tirkiye xala mudaxaleya dervê sînor, bikaranîna çekên qedexe, talankirina warên dîrokî, kuştina sivîlan û xalên din binpê kir.
Hevdîtinên heyeta HDP’ê li Herêma Federe ya Kurdistanê didomin. Heyeta HDP’ê li bajarê Silêmaniyê bi polîtburoya YNK’ê re civiya. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan got ku piştî Kerkûk û Efrînê yekîtiya kurdan şert e.
Hat diyar kirin ku li dijî Guta êrîşa çekêm kimyewî pêk hatiye. Bertekên li dijî vê yekê zêde dibin. Ev nişan dide ku dê şerê li Sûriye bi aliyekî din ve bibe. Berpirsiyarê Têkiliyên Karên Derve yê HDP'ê Hişyar Ozsoy, êrîşa li dijî Guta nirxand û diyar kir ku xuya dike ku şerê li Sûriye dê demek dirêj bidome.
Şanda HDP’ê ku Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan û Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî di navde ye li gel Komeleya Îslamî civiya. Endamê encûmena siyasî yê Komele diyar kir ku ew ji bo lidar xistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê amade ne.
Serokê Giştî yê OSP Sînan Çiftyurek, bal kişand ser terîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Ger ku bi ruhê Newrozê em dakevin kolanan dê tecrîd bişikê." Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Musa Piroglu jî têkildarî tecrîda li ser Ocalan got: "Ger ku Ocalan azad bibe dê demokrasî pêş bikeve û ji bo pêşketina demokrasiyê divê Ocalan azad bibe.
Rojnameger û nivîskar Koray Duzgoren, bal kişand ser dagirkeriya Tirkiye ya Efrîne û rola hêzên kurevî û herêmî ya li ser dagirkeriyê û wiha got: "Piştî dagirkeriyê dê bi awayekî dembarî bandora neyînî li ser gel çê bibe. Lê dê sinorê rewabûna kurdan firehtir bibe. Kurd dê li Sûriye û Rojhilata Navîn bibin hêza mifteya çareseriyê.
Yek ji avakarê AKP’ê Abdullatîf Şener, nêzîkbûna Tirkiye û Rûsyayê û geşedanên li Sûriyeyê nirxand û got: “Têkiliyên navnetewî di ser berjewendiyên aborî re tên birêvebirin.”
Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, bal kişand ser kuştina 4 akademisyenên Zanîngeha Osmangazî ya Eskişehîrê û wiha got: "Kuştina 4 akademisyenên Zanîngehê cewherê rastiya OHAL'ê ye."
Parlementerê HDP’ê yê Amedê Îmam Taşçier, ku di nav heyeta HDP’ê ya dê serdana Kurdistana Federe bike de cih digire, diyar kir ku rojeva sereke ya heyete ew e ku xebatên kongreya netewî ya kurd bilezîne.
Berdevkê Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder, têkildarî hevdîtina herî dawî ya di 5'ê Nîsanê de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk anî axivî û wiha got: "Heyeta dewletê ji Ocalan re got ‘Em girîngiyê didin ku HDP di meclîsê de cih bigire. Ji ber vê yekê bila serbixwe têkeve hilbijartinê' Lê piştî Ocalan piştgirî da biryara ku HDP wekî partî têkeve hilbijartinê ruyê heyeta dewletê guherî."
Hevseroka Giştî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, di koma HDP'ê ya Meclîsê de bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan tê meşandin, polîtîkayên Erdogan, helwesta medya, tayînkirina qeyûma li ser çapemeniya kurd û geşedanên dawî. Buldan, anî ziman ku herî dawî di 5'ê Nîsanê de bi Ocalan re hevditin pêk anîn û ev ji bo Tirkiye asta şikandinê ye. Buldan, bertek nîşanî lixwekirina cilên leşkerî ya Erdogan da û wiah got: "Çiller jî berê cilên leşkerî li xwe kiribû. Lê niha êdî navê wê jî li holê tune ye. Çawa Çiller çû Erdogan jî dê bide dû.
Parlamentera HDP’ê ya Endama Komîteya Girtîgehan a TBMM’ê Sîbel Yîgîtalp, bertek nîşanî televîzyon û radyoya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan jê girtin, da û got: “Ligel tecrîda heyî jî paradîkmaya Ocalan gehiştiye bi mîlyonan mirov. Dixwazin Ocalan ji agahiyên pêşketinên cîhanê qût bikin.”
Partiyên Kurdistanî yên li Wanê bal kişandin ser yekîtiya neteweyî ya kurd û gotin: “Divê em peyama gelê me ya di Newrozê de danî holê, baş bixwînin û li gorî vê tev bigerin. Azadiya kurdan bi yekîtiya neteweyî pêkan e.”
Wekîla Serokên Koma HDP’ê Fîlîz Kerestecîoglu bertek nîşanî “Kongreya Rizgariya Efrînê” ya li Dîlokê pêk hat û tayînkirina walî ya ji bo Efrînê û got: “Ev hem binpêkirina Destûra Bingehîn e û hem jî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.”