Buldan: Em destûr nedin ku ev welat vegere salên 90'an
- polîtîka
- 14:13 22/6/2018
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de hat navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê û gel ziyaret kir. Buldan bal kişand ser lîstikên dawî û wiha got: "Duh JÎTEM'ê Pirtûkxaneya Umut bombe kirin û provokasyon pêş xistin. Heman lîstik îro li Pirsûsê jî hat lîstin. Lîstik li her derê Kurdistanê tê lîstin. Em bi hevre destûr nedin van listikan û destûr netin ku Welatê me vegere salên 90'an.