Togrul: Zanîngeha Dilokê 4 milyon û 984 hezar û 488 TL li ku xerç kiriye?
- polîtîka
- 13:52 19/10/2018
Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê û Amîrê Îdarî yê Meclîsê Prof. Dr. Mahmut Togrul, bal kişand ser nakokiya Rapora Xebitandina Sermayeya veberhênanê û Rapora Venêrtina Rêkûpêkbûnê ya Zanîngeha Dîlokê ku Prof. Dr Alî Gur Rektorê wê ye û got: "Li gorî bîlançoya 2017'an di hesabê 150 malzeme û madeyan yên tibbî û derman de ‘4 milyon û 984 hezar û 488 TL pere kêm e. Ev pere li ku hatiye xerçkirin?"