HDP'ê wê li dijî qeyûm nexşerêya ji 3 pêngavan pêk tê bişopîne
- polîtîka
- 09:59 28/8/2019
Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di Serokatiya Hevserokê HDP'ê Sezai Temellî de li dijî polîtîkaya qeyûm "nexşerêya" ji 3 pêngavan pêk tê amadekir. Li gorî vê planê li dijî qeyûman li 3 bajaran dest bi çalakiyên rûniştinê kirin. Di mijara li Meclîsê bi "Rojeva Lezgîn" ji bo civînê wê bang bikin û dest bi ziyaretên diplomatîk bikin.