MYK’a DEM Partiyê dê bi rojeva tecrîd û qeyûm bicive

img
ENQERE - Endamên MYK’a DEM Partiyê bi mebesta nîqaşkirina stratejiyên nû yên têkildarî tecrîda li Îmraliyê dê bicive. Yek ji mijarên di rojevê de jî mitîngeke mezin a li dijî qeyûman e. 
 
Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya nirxandina mijarên di rojevê de dê saet di 10.00’ê de bicive. Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê serokatiya civînê bikin. Rojevên esasî yên civînê jî tecrîda li Îmraliyê, pirsgirêka kurd û tayînkirina qeyûman e. 
 
DÊ STRATEJIYÊN NÛ BÊN NÎQAŞKIRIN
 
Rojeva sereke ya civîna MYK’ê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka kurd e. Dê ji bo rakirina tecrîdê stratejiyên nû bên nîqaşkirin. 
 
DIBE KU BIRYARA MITÎNGÊ WERE DAYIN
 
Yek ji rojevên din ên civînê jî tayînkirina qeyûman e. MYK, dê li dijî tayînkirina qeyûman planeke çalakiyan a nû pêş bixe. Di vê çarçoveyê de tê gotin ku dibe biryara mitîngeke berfireh were dayin. 
 
Komîsyonên navendî yên partiyê dê hem têkildarî xebatan hem jî têkildarî rojevên heyî agahiyan bide MYK’ê. Di heman demê de dê xebatên rêxistinkirinê û plansazî jî bên nirxandin. 
 
Hevserokên giştî, nûnerên partiyên siyasî û hevserokên giştî dê têkildarî hevdîtinên kirin de agahiyan bidin endamên MYK’ê.