AMED - Derket holê ku Mehmet Cavît Bîlîcî yê ku Suleyman Soylu di sala 2019’an de ji bo tayînkirina qeyûman weke referans nîşan dabû, bi soza kar sextekarî kiriye û ji memûrtiyê hatiye avêtin.
Di sala 2019’an de qeyûm tayînî Şaredariyên Bajarê Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê hatibûn kirin. Wezîrê Karên Hundir ê demê Suleyman Soylu jî guherandina qertên nasnameyên xebatkaran ên bi ala tirkan, weke hinceta tayînkirina qeyûman nîşan dabû. Soylu, tev li bernameyeke televîzyonê bûbû û Mehmet Cavît Bîlîcî weke referans nîşan dabû. Bîlîcî, ji ber sextekariyê ji memûrtiyê hate avêtin. Soylu, bi îdiaya “pêşî li çalakiya bombeyî hate girtin” daxuyanî dabû û tayînkirina qeyûman parastibû. Bi domdarî gotibû; “Serokê Daîreya Karûbarên Tenduristiyê Mehmet Cavît Bîlîcî dibêje. Li vê derê amblema Şaredariya Amedê heye, li vê derê ala sor û spî heye. Dê tehemûla te ji bo ala tirkan nebe û dê kesên tev li terorê bûne bigirî şaredariyê.” Derket holê ku Mehmet Cavît Bîlîcî yê Soylu gotinên wî û îxbara wî ya têkildarî guherandina nasnameyan esas girtî û li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê weke endezyar dixebitî, di serdema qeyûm de bi soza girtina kar sextekarî kiriye. Piştî DEM Partiyê di 31’ê Adarê de şaredarî standî, di vê mijarê de gelek gilî jê re hatin. Li ser vê yekê rêveberiya şaredariyê ji bo lêkolînkirina mijarê xwest Miftetîşê Wezareta Karên Hundir bê şaredariyê.
Di lêpirsîna mifetîşan de derket holê ku Bîlîcî, di cotmeha 2022’yan de ji kesê bi navê M.T. bi giştî 300 hezar TL standiye; di 10’ê çileya 2023’yan de ji kesê bi navê S.O. 2 zêrên Komarê û nîvzêrek standiye. Di raporên mifetîşan de hat destnîşankirin ku Bîlîcî sûcê “Karûbarên ne hêjayî memûrtiyê, karên rûreş” kiriye û bi vê boneyê xwest ji memûrtiyê bê avêtin.
Wezaretê jî di çarçoveya rapora mifetîşan de biryar da ku Bîlîcî ji memûrtiya dewletê were avêtin.
PEYAMÊN SEXTEKARIYÊ DI DOSYAYÊ DE NE
Agahiyên têkildarî sextekariya Bîlîcî di dosyaya lêpirsînê ya Serdozgeriya Komarê ya Amedê de jî cih girt. Di lêpirsînê de peyamên Whatsappê yên Bîlîcî ku dema bi soza kar gel dixapand cih girtin. Yek ji kesên ji hêla Bîlîcî ve hatin şêlandin jî Ş.O. bû û li ser giliyê wî, peyamên di navbera Ş.O. û Bîlîcî jî di dosyayê de cih girtin.
Serdozgeriya Komarê ya Amedê derheqê Bîlîcî de bi sûcê “sextekariyê” îdianame amade kir û 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jî qebûl kir. Darizandina Bîlîcîd idome.