Daxwaza ji bo di qada tenduristiyê de xizmeta wergêr were dayin hate redkirin

img

ENQERE - DEM Partiyê xwest ku di qada xizmeta tenduristiyê de ji bo zimanê dayikê xizmeta wergêr were dayin lê ev daxwaz bi dengên AKP-MHP’ê hate redkirin. 

Hevdîtinên têkildarî Pêşniyarqanûna Bûdçeya Rêveberiya Navendî ya 2025’an ên li Komîsyona Plan û Bûdçeyê didomin. Duh heta derengiya şevê têkildarî bûdçeya Wezareta Tenduristiyê hevdîtin hatin kirin. DEM Partiyê 4 pêşnûme pêşkeş kir û tevek jî bi dengên AKP-MHP’ê hatin redkirin. 
 
PÊŞNIYARA ZIMANÊ DAYIKÊ
 
Yek ji pêşnûmeyên DEM Partiyê jî têkildarî wegêrên kurd bû. Di pêşnûmeyê de bal kişand ser zimanên dayikê yên gelên li Kurdistanê dijîn. Hat gotin ku tevî ewqas zimanên cuda jî di pergala tenduristiyê de tenê bi tirkî xizmet tê dayin. Hat diyarkirin ku ji ber vê sepanê bi hezaran welatî di mijara tedawî û girtina randewûyê de pirsgirêkan dijîn û mafê tenduristiyê tê binpêkrin. Di pêşnûmeyê de hat xwestin ku kurdî jî di nav de, ji bo çareseriya pirsgirêkê xizmeta wergêr a bi zimanê dayikê were dayin. Her wiha hat xwestin ku ji bo vê xizmetê 20 milyar TL li bûdçeya wezaretê were zêdekirin. 
 
Di pêşnûmeyeke din de DEM Partiyê xwest ku welatiyên astengdar bi awayekî bêpere tedawiya diranan bibin. DEM Partiyê xwest wezaret ji bo vê xizmetê 40 milyar TL’an veqetîne. 
 
Pêşnûmeya din a DEM Partiyê jî têkildarî bijîkên pispor û xizmeta dermanfiroşan de bû. Di pêşnûmeyê de hat gotin ku li bakurê Kurdistanê hejmara bijîşkan û dermanfiroşan kêm e û ji bo îstîhdamkirina xebatkaran hat xwestin ku 4 milyar lîre were veqetandin. 
 
DEM Partiyê di pêşnûmeyeke xwe de jî pirsirêkên mezûnên bernameya pêşlîsansê yên rêveberiya tenduristiyê û birêvebirina saziyên tenduristiyê de bû. DEM Partiyê xwest 5 hezar kes bên tayînkirin û ji bo vê 3 milyar lîre bê veqetandin. 
 
Hemû pêşnûmeyên DEM Partiyê hatin redkirin.