Li Mêrdînê bi ser malan de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
- rojane
- 11:16 08/10
Li navenda Mêrdîn û navçeyên wê polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û gelek kes binçavkirin.
Li navenda Mêrdîn û navçeyên wê polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û gelek kes binçavkirin.
AYM’ê ji bo serlêdana têkildarî R.G. ê di dema qedexeya derketina derve ya li Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabû, biryara “binpêkirina mafê jiyanê” da.
Birayên hev Sînan û Hesen Harman ên ji hêla polîsan ve hatin derbkirin, wiha gotin: “Me tenê jê destûra lêgerînê xwest. Heqaret li me kirin, li me xistin û binçav kirin. Ser re jî wan giliyê me kir.”
Doza 4 kesên ku di encama gulebarana ji wesayîta zirxî de jiyana xwe ji dest dan, 8 sal in bi encam nebûye. Parêzerê dozê Davût Ûzûnkopru wiha got: “Dema yê tê kuştin kurd be û yên dikujin hêzên ewlehiyê bin polîtîkayên necezakirinê dikevin dewrê.”
Aras Aslan ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Sîncanê bi telefonê bi malbata xwe re axivî, diyar kir ku polîtîkaya tecrîdê ya tund tê sepandin û girtiyên pîr û nikarin pêdiviyên xwe bi tena serê xwe dabîn bikin di hucreyên yek kesî de tên ragirtin.
Rojnameger Îkram Balekanî bal kişand ser encamên hilbijartinên Herêma Kurdistana Federe ku dikarin hevsengiyên siyasî yên li hemû Kurdistanê biguherînin û got ku ji ber pêwendiyên PDK'ê bi Tirkiyê re hene, gel ji PDK'ê aciz in û ev jî dibe sedem ku PDK têk biçe.
Yek ji parlamenterên DEM Partiyê Ceylan Akça banga beşdariya Mitînga Azadiyê kir û got: "Bi taybetî jî divê jin di refên herî pêş de cih bigirin.”
Bavê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku ev 12 roj in winda ye Nîzamettîn Kabaîş, diyar kir ku têkildarî keça wî tu agahiyên nû nînin û xwest ku li gundên derdorê, navçeyan lêgerîn bên destpêkirin û qeydên kamerayan bên kontrolkirin.
Girtiyê nexweş Abdulkadîr Kuday tevî rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” jî nehat berdan û jiyana xwe ji dest da. Hevalê wî yê qawîşê Ergîn Aktaş demek pir kin beriya mirina Kuday nameyek nivîsandiye û gotiye: “Rewşa hevrê Abdulkadîr pir giran e. Êdî em gihîştine merhaleya dawî.”
Siyasetmedarên li Şirnexê ku amadekariya “Mîtînga Azadiyê” ya wê di 13’ê cotmehê de li Amedê bê lidarxistin dikin wiha gotin: “Ji bo şikandina tecrîdê û azadiya Birêz Ocalan wê gelê Botanê biherike Amedê.”
Hunermend Helîmê Omerî û Azad BEdran hatin binçavkirin. NÇM'ê got: "Kes nikare muzîk û hunera kurdî bitepisîne."
Endamên partiyê ji hemû aliyan ve banga Mîtînga Azadiyê ya ku wê li Qada Îstasyonê bê lidarxistin kirin ku Amed ji bo aştiyê rol û misyona xwe bilîze.
Ji xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku ji 27’ê Îlonê ve agahî jê nayê girtin, 11 roj in winda ye.
Di çalakiyên “Deng bide azadiyê” yên li Wan û Êlihê hatin kirin de hate xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan û têkildarî agahînegirtina mûtleq a li Îmraliyê didome bang li saziyên navnetewî hatin kirin ku peywîra xwe bi cih bînin.