ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2024'AN
- rojane
- 09:00 19/10
ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2024'AN
Cenazeyê Eylem Stêrk a YJA Starî ku li Elkê di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest da, piştî 79 rojan radestî malbatê hat kirin.
Li Wanê jinên Egîtîm-Senî dersa kincan a mamosteyên jin a MEB'ê protetso kir.
Hamasê piştrast kir ku serokê wan Yahya Sînvar di pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye.
Dengdayîna taybet a li Herêma Federe ya Kurdistanê didome. Rojnameger Aram Germiyanî diyar kir ku PDK ji pêşmergeyan dixwaze ku wêneyê dengê xwe bikişînin û ji wan re bişînin.
Nûnerên sendîkayên teqawîdan serdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan kirin.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê tên ragirtin diyar kirin ku gardiyanan êrişî wan kirine û bang kirin ku bi awayekî “lezgîn” serdana girtîgehê bê kirin.
Hevşaredarê Artemêtê Cemîl Komî, diyar kir ku ji bo xebatên xwe nikarin nameyeke garantiyê ji Bankaya Îllerê bistînin.
Şaxa ÎHD’a Amedê rapora têkildarî binpêkirinên 9 salan eşkere kir. Li gorî raporê; mudaxileyî 361 xwepêşandanan hate kirin, 570 hatin qedexekirin û herî kêm 27 hezar kes hatin binçavkirin.
Hate diyarkirin ku li Dibistana Nergîzê ya li Taxa Azadî ya navçeya Şeqlawê di navbera pêşmergeyên PDK’î de şer derketiye û dengê guleyan hatiye bihîstin.
Li çoltarê Hewlêrê li dijî DAIŞ’ê operasyon hate kirin û di operasyonê de endamê asayîşê Muhammed Jalayî jiyana xwe ji dest da.
Şeş sal û 3 meh cezayê hefsê dan Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî yê berê Eyyup Subaşi.
Ji ber gotina “Qirkirina Ermenan” derbarê rêveberên Baroya Amedê yên berê de doz hatibû vekirin. Der barê rêveberan de di danişîna ewil a dozê de biryara beraetê hate dayîn.
Zanyarê siyasetê Fûat Keyman ji ber nexweşiya penceşêrê jiyana xwe ji dest da.
Hevserokê DEM Partiyê yê Bajarokê Tilqebînê Lezgîn Kosen ê leşker û polîsan di çalakiya endamên Meclisa Dayikên Aştiyê de parsûyên wî şikandibûn wiha got: “Em ê li dijî êrişan têkoşîna xwe mezintir bikin.”