Bayindir: Ji bo aştiyeke birûmet divê deriyên girtîgehan bên vekirin
- rojane
- 14:57 16/3
Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir bal kişand ser pêvajoya piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin û wiha got: “Ji bo azadiya gelê Kurd, siyaseta demokratîk û aştiyeke birûmet, hewceye deriyên girtîgehan bên vekirin. Gava herî mezin û girîng ev e.”