Li Efrînê 4 welatî hatin revandin
- rojane
- 12:17 06/9
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku komên paramîlîter li Efrînê 4 welatî revandine.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku komên paramîlîter li Efrînê 4 welatî revandine.
DEM Partiyê têkildarî Komkujiya 6-7'ê Îlonê daxuyaniyek da û got: "Komkujiya 6-7’ê Îlonê, ne tenê nîşaneya êrîşên fîzîkî ye her wiha nîşaneya pêvajoya bêmilkkirin û guherandina sermayeyê ye."
Komîsyonên Perwerde, Ked û Zarokan ên DEM Partiyê di sala nû ya perwerdehiyê de diyar kir ku li Tirkiyeyê ji her çar zarokan yek birçî diçe dibistanê.
Berdevkê Komeleya Dadgerî ya Kurdistanê Mihemed Hekîm êrişên dewleta tirk ên bi SÎHA’yan şermezar kir û got ku sedema êrişan, bêdengiya Iraq û rêveberiya Herêma Federe ya Kurdistanê ye.
DFG’ê û MGK’ê Roja Çapemeniya Azad pîroz kirin û wiha gotin: “Em ê têkoşîna birûmet a çapemeniya kurd û rojnamevanên jin biparêzin û rastiyan ji gel re ragihînin.”
Yek ji şahidên Pogroma 6-7’ê Îlonê ya li Stenbolê Ferîdun Dortler diyar kir ku bi destê dewletê hate kirin û wiha got: “Mudaxileyî êrişan nekirin. Berpirsyara esasî, îktîdara siyasî ya demê bû.”
Fraksiyona YNK’ê êrişên Tirkiyeyê yên li ser welatiyên sivîl yên li Herêma Kurdistanê bi tundî şermezar kir û anî ziman ku bêdengiya rêveberiyên Iraqê û herêmê êrişan rewa dike.
Komîteya Wezîrên Konseya Ewropayê (KE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) Û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) bersiv da nameyên têkildarî tecrîda li ser ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.
Şaredariya bajarokê Dêrgûlê ya AKP’ê ev 4 meh in pirsgirêka avê ya 8 hezar nifûsa wê heye çareser nake, şêniyên bajarok dibêjin şaredarî li şûna avê ji xelkê re bîne bi tankerên avê ji baregehên leşkerî re dikişîne.
Attîla Ozdogan ê ku beşdarî amadekariyên panela bi navê "Şer, xizanî û çareseriya demokratîk" bû, got: "Tecrîd û feqîriya ji ber wê, pirsgirêka me hemûyan e. Werin em Tirkiyeyê ji nava vê gerînekê derxînin."
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sala xwendinê ya 2024-2025’an dest pê kir. Hevseroka Komîteya Perwerde û Fêrkirinê Semîra Hac Elî da zanîn ku 900 hezar zarok bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdeyê dibînin û got ku armanc bi perwerdeyê avakirina civakeke exlaqî û siyasî ye.
Şevket Acar ê li ARSÎSA’yê perwerdeya bi kurdî dide anî ziman ku divê polîtîkayên asîmîlasyonê werin dawîkirin û pergalekî ku gel di zimanên xwe de perwerdeyê bibînin, divê were sepandin.
Dayika Cemîle Çagirga ya di dema qedexeya derketina derve ya Cizîrê de hat qetilkirin û cenazeyê wê di sarincê de hat ragirtin, Emîne Çagirga bertek nîşan da ku hê jî kujer nehatine dîtin û got: "Hezar sal jî derbas bibe em wê sarincê ji bîr nakin."
Mehmet Kanit ê ku piştî 30 salan hat berdan, li Silopiyayê bi meşaleyan hat pêşwazîkirin.