Di bûyera ‘pêvajoya çareseriyê’ bi dawî kiribû de şopa tiliyê ya polîs li dosyayê hat zêdekirin

  • rojane
  • 15:18 8 Kanûn 2025
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di doza kuştina 2 polîsan a li Serêkaniyê de ku weke hinceta bidawîkirina “pêvajoya çareseriyê” hatibû nîşandan de, şopên tiliyê yên Burak Kuru li dosyayê hatin zêdekirin. 

Di doza kuştina 2 polîsan a li Serêkaniyê ya Rihayê de ku weke hinceta bidawîkirina “pêvajoya çareseriyê” ya di navbera salên 2013-2015’an de hatibû nîşandan, piştî 10 salan geşedaneke balkêş çêbû. Li dosyaya niha li Dadgeha Bilind tê sekinandin de du ewraqên nû hatin zêdekirin. Li dosyayê şopên tiliyê yên polîsê bi navê Burak Kuru ku dihat îdiakirin qet li malê nebû hatin zêdekirin. Di bûyera 22’yê Tîrmeha 2015’an de polîsên bi navên Feyyaz Yumuşak û Okan Uçar hatibûn kuştin. Îktîdarê, tevî delîlên şênber nebûn jî 7 ciwan girtibû û demekî dirêj di hundir de hişt û îşkence lê kiribû. Dadgehê, di 1’ê Adara 2018’an de biryara tehliyeya ciwanan da û piştre jî biryara beraetê da. Biryar, ji hêla Dadgeha Herêma Dîlokê ve erê kir. Lêbelê tevî bi ser bûyerê re 10 sal derbas bûne jî hêj hêzên tiliya wan di bûyerê de hene nehatine tespîtkirin. 
 
RAPOR Û ŞOPA TILIYÊ LI DOSYAYÊ HATE ZÊDEKIRIN 
 
Dosya, nêzî 6 sal in li Daîreya 3’yan a Dadgeha Bilind tê sekinandin û niha jî 2 ewraqên nû li dosyayê hatin zêdekirin. Di 2’yê Kanûna 2025’an de raporên pisporiyê û lêkolîna cihê bûyerê ya Amirtiya Buroya Tespîtkirina Nasnameyê ya Şaxa Midûriyeta Lêkolîna Cihê Bûyerê ya Midûriyeta Emniyetê li dosyayê hatin zêdekirin. Hevalê her du polîsên hatine kuştin Burak Kuru, di îfadeya xwe de gotibû ku qet neçûye mala polîs lê hatibûn kuştin. Hat tespîtkirin ku şopa qilîça Burak Kuru ku digot qet neçûye wê malê hate dîtin. 
 
DAXWAZA PARÊZERAN A GUHDARÎKIRINÊ HATIBÛ REDKIRIN 
 
Bi ewraqa li dosyayê hatiye zêdekirin re teqez bû ku ji 10 şopên tiliyê yên li malê hatin dîtin 5 jê teqez ên Burak Kuru ne. Burak Kuru, her wiha şahidê otopsiya polîsên hatibûn kuştin bû û parêzeran xwestibû ku di dadgehê lê were guhdarîkirin lê ev daxwaz hatibû redkirin. Dozger Mehmet Kivanç Kilsizoglû ku dozgerê ewil ê lêpirsînê bû, piştre weke dadger tayînî Navenda Karûbarên Agahdarkirinê ya Wezareta Dadê hatibû tayînkirin. Nûrettîn Bulut ê der heqê ciwanan biryara girtinê dabû, dozgerê otopsiyê û 22 polîsên din ji “endamtiya FETO/PYD) hatibûn girtin û ji peywirê hatibûn îxrackirin. 
 
MA / Emrullah Acar