MÊRDÎN - Dîroknas û îlahiyatnas Mele Dunyaser Dunayserî diyar kir ku li gorî baweriya Îslamê aştî ferz e û şert û mercên muzakereyê jî divê wekhev bin. Dunayserî destnîşan kir ku ji ber vê yekê divê şert û mercên Abdullah Ocalan jî wekhev bin.
Nîqaşên li ser Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk a ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê dest pê kiribû didomin û Tevgera Azadiya Kurd heta niha gavên girîng avêtin. Herî dawî şandeya Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ya ku li Meclisê hatibû avakirin, li Girtîgeha bi Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Bi nîqaşên derbasbûna qonaxa muzakereyê re daxwaza dabînkirina şert û mercên wekhev di navbera aliyan de jî gelek caran tê ziman. Lêbelê hê ne diyar e ku şertên Abdullah Ocalan ê wekî sermuzakerevan hatiye îlankirin, dê di vê pêvajoyê de çawa bin.
Endamê Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD), dîroknas û îlahiyatnas Mele Dunyaser Dunayserî diyar kir ku li gorî baweriya Îslamê, divê şertên muzakereyê wekhev bin. Dunayserî anî ziman ku Îslam "ola aştiyê" ye û di dîrokê de mîrasên girîng ên aştiyê hiştine û ev tişt got: "Di vê çarçoveyê de gelek ayet hene. Wekî tê zanîn; kesên oldar ên Tirkiyeyê bi piranî xwe bi sermayeya desthilatdar re birêxistin kiriye, loma cemaet, terîqet û mekanîzmayên din ên girêdayî wan jî bêhtir li ser esasê sermayeyê tevdigerin. Ji ber vê yekê li gorî meyla desthilatdariyê tevgeriyane. Li vir destkeftiya herî girîng a pêvajoya salekê ew e ku tu mirov ji ber vî şerî nemirine. Divê Misilman jî li vir Quranê ji xwe re esas bigirin û vê pêvajoyê bigihînin serkeftinê."
Dunayserî bi bîr xist ku di serdemên ewil ên Îslamê de li Mekkeyê ayetên berxwedanê hatine, lê dema çûne Medîneyê û bi eşîr û baweriyên nû re hatine cem hev, li ser pênaseya maf û hiqûqê ayetên "medenî" nazil bûne. Dunayserî mînak ji ayetan dan û got: "Xwedê aştiyê emir kiriye. Heke aliyek aştiyê qebûl neke, dibêje li hemberî wan li ber xwe bidin û têbikoşin."
‘EM MECBÛR IN ŞERTÊN MUZAKEREYÊ WEKHEV BIKIN’
Dunayserî destnîşan kir ku aştî ne tenê gotineke ziwa ye û wiha pê de çû: "Xwedê aştiyeke ziwa emir nake. Aştiyê, di navbera du aliyan de bi edaletê emir dike. Pênaseya edaletê jî nîv wijdan e, nîvê din jî maf û hiqûq e. Dibêje her du aliyan wekhev bikin, hevdu înkar nekin. Xwedayê Teala aştiya bi edalet û wekheviyê emir dike. Edalet û wekheviyê wekî du stûnên sereke yên aştiyê nîşanî me dide. Heke em ayetan esas bigirin, kesên oldar ên li Anatolyayê, Anatolya Navîn û Behra Reş divê li ser esasê Quranê tevli pêvajoya aştiyê bibin."
Dunayserî destnîşan kir ku di muzakereyê de divê wekheviya aliyan bê misogerkirin û ji ber vê yekê divê şertên Abdullah Ocalan jî bi kesên li ser navê dewletê pêvajoyê dimeşînin re wekhev bin. Dunayserî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di muzakereyan de beyana îradeya dualî esas e. Di muzakereyan de wekhevî şert e. Ne wê jêr hebe, ne jî jor. Paşxaneya vê ya olî jî heye. Di hemû perestgehan de jî wisa ye. Hûn muzakereyekê birêve dibin, hûn hêzek in. Lê li aliyê din aliyek heye ku di nav çar dîwaran de muzakereyê birêve dibin. Ji van şertan re nayê gotin muzakere. Hûn li derve ne, kanalên ragihandina bi her kesî re hene. Hewzên fikran hene. Nirxandin hene. Analîz hene. Lê li aliyê din di nav çar dîwaran de beyaneke îradeyê heye. Ji vê re nayê gotin wekhevî. Edalet jî wiha nabe. Divê Misilman jî vê yekê wekî di ayetan de hatiye diyarkirin fêm bike. Heke em ê di navbera du civakên Misilman de aştiyekê ava bikin, wekî di ayeta pîroz de hatiye diyarkirin em mecbûr in her cure şertan wekhev bikin. Hûn mecbûr in beyana îradeyê û şertên muzakereyê wekhev bikin da ku aştiya Xwedê îhya bibe."
‘AVAKIRINA AŞTIYÊ LI SER MISILMANAN FERZ E’
Dunayserî anî ziman ku pêdiviya civakê bi aştiyê heye û diyar kir ku di civakê de rizîbûneke cidî çêbûye. Ji bo pêşî li vê rizîbûnê bê girtin, divê civak ji bo aştiyê bi awayekî tevahî di nava tevgerê de be. Dunayserî bi taybetî bang li kesên oldar û bawermend kir ku pêşengiyê ji vê re bikin û Quranê esas bigirin û tevli pêvajoyê bibin. Dunayserî bal kişand ser Peymana Medîneyê û wija axaftina xwe bidawî kir: "Peymana Medîneyê; Destûra Bingehîn a herî demokratîk a serdemê ye ku ji bo baweriyên cuda û nasnameyên cûda bi hev re bijîn derketiye holê. Peymana Medîneyê; peymaneke wisa ye ku rastiyên li Deryaya Spî û erdnîgariya Rojhilata Navîn esas girtiye. Li vir zîrektiya polîtîk û siyasî ya Hezretî Mihemed jî derdikeve pêş. Li vir mafên civakên cuda, nasîna çand û zimanên wan û ji nasînê wêdetir parastina wan heye. Tevî ku Îslam desthilatdar bû jî ev peyman derketiye holê. Taybetmendiya wê ya herî girîng ev e. Îro ji bo pêkanîna Peymana Medîneyê şert û merc guncaw in. Divê pêkhateyên ontolojîk ên mirovan bên qebûlkirin. Divê mirov vê yekê zelal bizanibe; îbadeta me ya bi aramî ya li mizgeftê, di îbadeta bi aramî ya li cemxaneyê re derbas dibe an jî di ayîneke bi aramî ya li dêrê an li Şengalê re derbas dibe. Çiqas rêz, çiqas azadî hebe, ewqas jî tê wateya misogerkirina pêşerojê. Cewhera Wesîqeya Medîneyê di rastiyê de ev e. Li vir di bin ronahiya ayetên aştiyê de Xwedayê Teala bi awayekî vekirî û zelal emrê xwe daye. Avakirina aştiyê li ser hemû Misilmanan ferz e."
MA / Ahmet Kanbal
