ŞIRNEX - Li Hezexê, hevşaredar Turkan Kayir û endamê meclisê Ekrem Şîmşek ên ji DEM Partiyê hatin îxrackirin, di ser projeyên "rantê" de dest bi reşkirina endamên meclisê kirin. Rêveberiya DEM Partiyê jî, gotin ku armanca her du kesan ew e ku şaredariyê di bin deynan de bihêlin û rê li ber rantê vekirin.
Hilbijartinên herêmî di 31'ê Adara 2024'an de li bajarên Tirkiye û Kurdistanê hatin lidarxistin. Di hilbijartinên herêmî de Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li 3 bajarên mezin, li 10 bajaran, 57 navçeyan û 10 bajarokan bi ser ket. Lê paşê qeyûm tayinî gelek şaredariyên DEM Partiyê hatin kirin û gelek hevşaredar jî ji ber ku li gor tuzuka partiyê tevnegeriyan hatin îxrackirin.
Yek ji hevşaredarên ku rêziknameya partiyê binpê kir û tenê ji bo berjewendiya xwe ya şexsî tevgeriya, Şaredariya Hezex a Şirnexê bû ku bi rêjeya ji sedî 71.27'ê dengan bi ser ketibû. Lijneya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a DEM Partiyê di 19'ê Kanûna 2024'an de Hevşaredar Turkan Kayir û Endamê Meclisa Şaredariyê Ekrem Şîmşek ji partiyê îxrac kir.
Turkan Kayir, Ekrem Şîmşek ê hat îxrackirin, wekî cîgirê şaredar tayîn kir û dest bi birêvebirina şaredariyê kir. Endamên meclisa şaredariyê yên DEM Partiyê, ji ber ku projeyên rantê red kirin, Turkan Nayirê û Şîmşek bi afîşên li kolanên bajêr daliqandin dest bi reşkirina wan kirin.
Piştî ku endamên meclisê projeya rantê ya 70 milyon TL û projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) ya 3 milyon Euroyî ku ji bo taxa Turgut Ozal a navçeyê hatibû plankirin red kirin, Turkan Kayir û Şîmşek, DEM Partiyê bi "astengkirina xizmetê" tawanbar kirin. Ger ev her du proje werin pejirandin, şaredarî dê neçar bimîne ku bikeve nav deynekî giran û dê rê li ber rantê bê vekirin.
Berdevkê Meclisa Şaredariya Hezexê ya DEM Partiyê Davut Karaviş û Hevseroka Navçeya Hezexê ya DEM Partiyê Songul Erden, têkildarî hedefgirtina partiya wan axivîn.
'EM NAXWAZIN ŞAREDARÎ TÊKEVE BIN DEYNAN'
Davut Karaviş bal kişand ser hewldanên rantê bi rêya xebatên binesaziyê yên plankirî li taxa Turgut Ozal û projeya santrala enerjiya rojê û got: "Me projeya ya 70 milyon a bifaîz euroyî ya ji bo taxa Turgut Ozal hatibû plankirin red kir. Me projeya santrala enerjiya rojê ya 3 milyon euroyî jî red kir. Ji ber ku projeya santrala enerjiya rojê dê zirarê bide jîngehê û 3 milyon euro dike 140 milyon TL. Em naxwazin şaredariyê têxin bin deynan. Ev deyn dê heta pênc salan jî neyê dayîn. Hevalên me yên ku di serdema bê de werin ser şaredariyê dê nikaribin tu xizmetê bikin ji ber deynan. Ew li ser projeya santrala enerjiya rojê diaxivin, lê xwediyê projeyê bi me re parve nakin. Kes nizane ev pere dê biçe ji kê re."
PROJEYÊN HATINE REDKIRIN
Karaviş diyar kir ku Şaredar Turkan Kayir piştî çêkirina pêşiya xaniyê xwe xebat dane sekinandin û got: "Wê piştî derdora wê çêkir, li taxê tu xebat nekir. Ji sedî 30'yê xebatên binesaziyê û sererdê ê taxê qediya ye. Bi tu awayî dest nedan Taxa Turgut Ozalê. Ew dibêje, 'Bila 70 milyon krediyê bidin min ez ê çêkim.' Me ev red kir. Me got ku em ê bi qasî ku ji destê me tê bikin, lê wê red kir. Got, 'Yan deynê 70 milyon kredî bidin yan jî karbidestiya dikanên aqîdî şaredariyê bidin, ez ê wan bifiroşim û ser û bin taxê çêkim.' Me ev jî red kir. Wekî Meclisa DEM Partiyê, pêşniyaza me ew e ku parçe bi parçe xebata taxan bê kirin. Ger pêşniyaza me were qebûlkirin, em ê di nav salekê de hemû pirsgirêkên navçeya xwe çareser bikin. Lê wê red kir."
'ŞÎMŞEK 2 MÛÇEYAN DIGIRE'
Karaviş destnîşan kir ku Turkan Kayir û Ekrem Şîmşek ên ji şaredariyê hatine îxrackirin hewl didin bi hedefgirtina DEM Partiyê raya giştî bixapînin û got ku divê raya giştî ji vê kampanyaya reşkirinê haydar be. Karaviş bilêv kir ku şaredar bi xwe qet li şaredariyê nîne û got: "Ew her tim diçe Ewropayê û wezîfeyê dide Şîmşek. Şîmşek, hem meaşê wekaletê hem jî tê cîgirtiyê digire."
‘DIVÊ GELÊ ME HIŞYAR BE'
Songul Erdenê diyar kir ku her du kesên ku ji şaredariyê hatine îxrackirin hewl didin bi destpêkirina kampanyayeke reşkirinê ya li dijî partiya wan xwe paqij bidin der. Songul Erdenê got: "Şaredariya Hezexê navçeyek e ku partiya me di her serdemê de bi rêjeyeke mezin bi ser dikeve. Gel qet dengê xwe nedaye kesan, wan dengê xwe dane partiyê. Her du kesên ku ji şaredariyê hatine îxrackirin her tim partî û endamên meclisa wê hedef digirin. Ew xizmeta gel nakin; ew tenê hewl didin ku bêrîkên xwe tijî bikin. Pêşî, divê ew kolanên Hezexê paqij bikin. Ew ji bilî rantê û diziyê tiştekî din nakin. Ev pratîkeke qeyûm e, zîhniyeta qeyûm e. Em li cem gelê xwe ne; divê gelê me li hemberî van polîtîkayan hişyar be û divê wan qebûl neke."