STENBOL - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn biryara Komîteya Wezîran a têkildarî “Mafê hêviyê” ku heta Hezîrana 2026’an demê dide Tirkiyeyê, nirxand û got ku dema hatiye dayin pir dirêj e.
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KW KE) biryara xwe ya têkildarî “Koma Gurban” ku “Mafê hêviyê” yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Emîn Gurban, Civan Boltan û Hayatî Kaytan jî digire nav xwe, da. Komîteyê di biryara xwe de ji Tirkiyeyê xwest gavên lezgîn biavêje û heta dawiya meha Hezîrana 2026’an dem da Tirkiyeyê.
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn biryara komîteyê nirxand û rexne kir. Eren Keskînê diyar kir ku divê biryara DMME’yê tavilê bê cîbicîkirin. Erenê Keskînê, taloqkirina biryara DMME’yê ya heta Meha Hezîrana 2026’an weke biryareke şaş nirxand û got: “Di vê mijarê de biryara DMME’yê heye. Divê Tirkiye bi lezgînî sererastkirinan di qanûnan de çêbike. Ev ne lutfek e, peywira wê ye. Heke aliyekî hiqûqa navneteweyî be, wê demê divê bi biryarên wê bike. Li seranserî cîhanê rastgirî zêde dibe û mixabin mekanîzmayên hiqûqa navneteweyî jî ji vê bandor dibin.”
‘DEMA HATIYE DAYIN DIRÊJ E’
Eren Keskînê destnîşan kir ku demdayîna Tirkiyeyê tiştekî rast nîne û axaftina xwe wiha qedand: “Ez ne bawerim Tirkiye di vê demê de tiştên pêwîst bike. Heke demê bidin jî diviyabû ev dem kin bûya. Heta Hezîranê dem dane û ev dem pir dirêj e. Ji ber ku Tirkiye dikare bi rehetî di qanûnan de sererastkirinan bike. Lewma li gorî min dema hatiye dayin pir dirêj e.”
MA / Melîk Çelîk