Dozgerê Dadgeha Bilind xwest cezayên di doza Narîn Guranê de bên erêkirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind xwest cezayên di doza cînayeta Narîn Guranê de bên erêkirin. 

 
Zaroka bi navê Narîn Guran di 21’ê Tebaxa 2024’an de li gundê Çûlî yê navçeya Rezanê ya Amedê winda bû û 19 roj piştre cenazeyê wê di rûbarê gund de hate dîtin. Cenazeyê Narîn Guranê di tûrikekî de bû û bi sê kevirên kîloya wan 30,25 û 20 hatibû veşartin. Têkildarî mirina Narîn Guranê, li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê der heqê 4 kesan de doz hate vekirin. 
 
Di dozê de, bi sedema “Bi awayekî hevpar zarokek bi qesdî kuştine” li mamê Narîn Guranê ê bi navê Salîm Guran ku mînaka DNA û mû di wesayîta wî de hatibû dîtin, li dayika wê Yuksel Guran û kekê wê Enes Guran cezayê muebbeta girankirî hate birîn. Li cîranê malbata Narîn Guranê yê bi navê Nevzat Bahtiyar ku piştî binçavkirinê li xwe mikûr hat ku cenaze biriye ber rexê rûbar jî ji ber sûcê “Delîlên sûc tune kiriye, veşartiye û cihê wan guherandiye” 4 sal û 6 meh cezayê hefsê hate birîn. 1’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Edliye ya Herêma Amedê, îtîrazên li dijî biryara 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ya di 28’ê Kanûnê de dabû nirxand û di 26’ê Gulanê de bi piraniya dengan erê kir. 
 
Li dijî biryara erêkirinê, aliyan bi daxwaza betalkirinê serî li Dadgeha Bilind dan. Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind jî ji bo erêkirina cezayan teblîxname amade kir. Teblîxname, ji 1’emîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind re hate şandin.