Ji bo meşa ciwanan bang: Em ê ji ruhê serdema nû re bibin bersiv

AMED - Di çarçoveya pêvajoyê û bi pêşengtiya Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê dê li Amedê meş û konser bên lidarxistin. Ji bo tevlibûnê bang hate kirin. 

Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê li Amedê “Meşa Aştî û Civaka Demokratîk” û konserê li dar bixe. Meclisa Ciwanan, ji bo tevlibûna meş û konserê li avahiya DEM Partiyê ya Amedê daxuyanî da. Daxuyaniya bi zaravayê Kurmancî ya Kurdî Sûltan Yorulmaz û ya bi Tirkî jî Yûsûf Demîr Polat xwend. 
 
Di çarçoveya bernameyê de dê di 14’ê Tebaxê saet di 19.00’ê de li ber avahiya DEM Partiyê ya Amedê bên gel hev û ber bi Kent Meydaniyê ve meş bê lidarxistin. Piştî meşê jî dê li Kent Meydaniyê konser bê lidarxistin. 
 
ÇALAKIYÊN PÊDVAJOYÊ   
 
Sûltan Yorulmazê bal kişand ser peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 4’ê Nîsanê de ku digot “Xwe birêxistin bikin, birêxistin bikin” û da zanîn ku Meclisa Ciwanan a DEM Partî û DBP’ê jî di vê çarçoveyê de kampanyaya “Em di jiyana sosyalîst de israr dikin, em bi Rêbertiya azad xwe birêxistin dikin!” dane destpêkirin. Sûltan Yorulmazê anî ziman ku ji dema destpêkirina kampanyayê heta niha, wan di rêxistinkirin û avakirina hewldanên ji bo avakirina civakeke aştîxwaz û demokratîk domandine. 
 
‘EM Ê GUND BI GUND, KOLAN BI KOLAN XWE BIRÊXISTIN BIKIN’   
 
Bi domdarî Sûltan Yorulmaz destnîşan kir ku banga dîrokî ya Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê, ruhê serdema nû û ruhê pêşketinê weke “sembolên jinûvezayîn, vejîn û hebûnê” nirxand û got: “Çawa ku ruhê pêşketinê guleyek e ku di hişê lawaz ê Kurd de hatiye avêtin, banga 27’ê Sibatê jî xala werçerxê ya serdemeke nû ye ji bo gelên Tirkiyeyê û gelê me yê welatparêz. Wek Meclisên Ciwanan, em ê bi rêxistinkirina xwe gund bi gund, kolan bi kolan, tax bi tax û bajar bi bajar erk û berpirsiyariyên vê qonaxa dîrokî bi cîh bînin.”
 
CIH Û DÎROKA MEŞ Û KONSERÊ    
 
Di berdewamê de Sûltan Yorulmazê da zanîn ku konsera wan dê bi dirûşma “Bi ciwanên pêşeng mihrîcana civaka demokratîk” were lidarxistin. Sûltan Yorulmaz, diyar kir ku di 14’ê roja pêncşemê saet di 19.00’ê de dê ji ber avahiya DEM Partiyê ya bajar ber bi qada konserê (Kent Meydani) ve meşê li dar bixin û piştî meşê konser bê lidarxistin. 
 
BANGA TEVLIBÛNÊ   
 
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Em hevalên xwe yên jin ên welatparêz, ciwanên welatparêz û gelê welatparêz ê Amed vedixwînin Mihrîcana Ciwanan a ku dê bi ruhê hevaltiya komunalîst were lidarxistin.”