Ji Serokê TÎHV’ê Bakkalci ji bo komîsyona ‘pêşniyarên pêvajoyê’

img

ENQERE - Serokê TÎHV’ê Metîn Bakkalci diyar kir ku çareseriya şerê heyî bi misogerkirina maf û azadiyên her kesî pêkan e. Bakkalci, ji bo komîsyonê çendek pêşniyar kir û got heke Tirkiye bi peymanên navneteweyî bike dê pêşiya pêvajoyê vebe. 

 
Serokê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Metîn Bakkalci têkildarî “Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê” û pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd axivî. Bakkalci, diyar kir ku Tirkiye pirsgirêka demokrasiyê dijî û divê komîsyon li gorî armanca xwe tespîtên rast bike. 
 
Bakkalci, da zanîn ku di dîroka nêz a Tirkiyeyê de mezintirîn binpêkirinên mafên mirovan û texrîbatên demokrasiyê hatine jiyîn û got: “Em di serdemeke texrîbatan de ne. Heke di mijara azadî, demokrasî û dewleta hiqûqê de xebat bên kirin, wê demê divê rewşa heyî baş were tespîtkirin. Îro li Tirkiyeyê rejîma bêpîvaniyê, keyfîtî û nediyariyê heye. Madem vê komîsyonê armancek danî pêşiya xwe, wê demê ji ewil divê vê tespît bike. Divê neyê jibîrkirin ku demokrasî bi tena serê xwe nirxeke û nabe mijara mizakereyê.” 
 
'DIVÊ SEPANÊN HEWCEHÎ BI SERERASTKIRINA WAN NÎNE BI DAWÎ BIBIN’  
 
Bakkalci, destnîşan kir ku bidawîkirina hinek sepanên hewcehî bi mizakere û sererastkirina wan nîne pêkan e û wiha domand: “Pêşniyara me ya ji ewil a bo komîsyonê beyana îradeyê ye. Divê mafên mirovan, nirx û rêgezên gerdunî weke normên sereke yên nayên mizakerekirin bên qebûlkirin. Divê di tevahiya pêvajoya xebatan de ev nirx li derveyî nîqaşê bên girtin. Beyana îradeyê ya wiha, dê rêyeke baş nîşan bide ka divê çi bên nîqaşkirin. Dema îradeyeke wiha hate rabekirin û dema maf û azadiyên her kesî hatin misogerkirin, wê demê dikare navên cuda lê bên kirin.” 
 
'HEWCEYE QANÛNÊN HEYÎ BÊN BICIHANÎN’  
 
Bi domdarî Bakkalci anî ziman ku çareseriya şer bi misogerkirina maf û azadiya her kesî pêkan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke Tirkiye bi peymanên navneteweyî yên mohr kiriye bike, wê demê dê pêşiya pêvajoyê vebe. Pêşniyara me ya duyemîn jî ev e. Divê komîsyon bang li rêveberiyê bike û bibêje ‘Bi qanûnên heyî bikin. An jî kirariyên li dijî yasayên heyî bi dawî bikin.’ Ev bang, her tiştên bên bîra we digire nav xwe.” 
 
'EV QÎMET DIVÊ CAREKÊ BÊ HÎSKIRIN’  
 
Di berdewamê de Bakkalci bi lêv kir ku yek ji sedema herî girîng a avakirina komîsyonê merasîma çekberdanê ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk e û wiha derbirî: “Ev gav her yek bi tena serê xwe biqîmet in. Ev pêvajoya ku dê bandorê li bidawîkirina pevçûnan bike û bike ku mirov jiyana xwe ji dest nedin, ji her alî ve gelek biqîmet e. Divê ev qîmet baş were hîskirin.” 
 
'HEWCEYE QÎMETÊ BIDIN PÊŞNIYARÊN NY’Ê’  
 
Bakkalci, got ku meseleya çekan meseleya kesên çek rakirin e û divê ew biaxivin. Bakkalci, diyar kir ku heke bi bernameya bêçekbûn û jinûve entegrasyonê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) were kirin dê şensê serkeftina pêvajoyê zêde bibe û ev tişt anî ziman: “Lewma jî pêşniyara me ya sêyemîn; kesên çekdar dikarin di navbera xwe de her cureyên mizakereyan bikin lê ji bo bi ser kevin, divê bernameyên NY’ê bicih bînin, qîmetê bidin van tecrubeyan û di yasayên pêwîst e guhertin bên kirin.” 
 
'WELATÊ YASAYÊN NETEMAMKIRÎ’ 
 
Bakkalci, daxuyand ku divê pêşiya mafên nasname û çandî bê vekirin û got: “Di serî de Kurd, hemû welatî muxatabên pêvajoyê ne. Di çarçoveya pirsgirêka Kurd de gelek binpêkirinên mafan hatin jiyîn û ji ber vê rewşê em ji bo Tirkiyeyê dibêjin ‘welatê yasayên netemamkirî’ bi kar tînin.” 
 
'DIVÊ BI TRAVMAYÊN BERÊ RE HEVRÛ BIBIN’ 
 
Bakkalci, destnîşan kir ku tiştên hatine jiyîn rê li ber travmayan vekirine û got: “Ev, travmayên şexsî û civakî ne. Niha jî dibêjin em li pêşeroja xwe binêrin. Erê lê heke em nekarin bi travmayên berê re hatine jiyîn hevrû bibin, em ê nekarin pêşerojeke hevpar ava bikin. Mizakereyên tên kirin biqîmet in. Divê li ser maseyê pozîsyona xwe nedin ferzkirin û hewl bidin qebûlkirin. Divê bi potansiyela ziman û helwestekî hevpar li ser maseyê rûnin.” 
 
'GAVÊN DIKARE TAVILÊ BÊN AVÊTIN HENE’
 
Bakkalci, got ku ew li bendê ne komîsyon gavên biqîmet biavêje û axaftina xwe wiha qedand: “Hinek gavên dikare hema îro bên sererastkirin hene. Lê rêgez û nirxên mafên mirovan ên gerdunî nabin mijara mizakereyê. Xisûsên têkildarî çekberdanê, xisûsa têkildarî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û hwd. dikarin bên mizakerekirin.”
 
MA / Omer Gungor