Rewşa girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam nebaş e

SÊRT - Şîmel Çam, keça girtiyê nexweş Mehmet Emîn Çam ku di girtîgehê de du caran krîzê li dilê wî xistiye, diyar kir ku rewşa tenduristiya bavê wê xirab bûye û yekem çalakiya komîsyona ku li meclisê hatiye avakirin, divê berdana girtiyên nexweş bûye.
 
Mehmet Emin Çam ê 73 salî ku di lîsteya girtiyên bi nexweşiyên giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de ye, tevî gelek hewldanan jî, nayê berdan. Parêzerên Çam di 11'ê Hezîranê de ji bo berdana wî ji bo Efûya Serokkomariyê serlêdan kirin, lê hîn jî bersivek negirtine. Keça wî Şîmel Çam ku di 6'ê Tebaxê de serdana bavê xwe kir ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Qubînê girtî ye, destnîşan kir ku bavê wê zihîf bûye û tenduristiya wî hîn xirabtir dibe.
 
 
Şîmel Çam anî ziman ku gelek nexweşîn bi bavê wê re hene û got ku ew ji ber ûrê di serê xwe de nikare razê. Şîmel Çamê bi bîr xist ku bavê wê du caran krîza dil derbas kiriye û fikara xwe anî ziman ku dibe ku careke jî were serê wî. Şîmel Çamê destnîşan kir ku du demarên di dilê bavê wê de hîn jî girtî ne û got: "Xetera krîza dil pir zêde ye; dermanên ku ew digire êdî bê bandor in." 
 
BANG LI KOMÎSYONA MECLISÊ KIR
 
Şîmel Çamê bang li komîsyona li meclisê hat avakirin kir û got: "Yekem gava ku divê komîsyon bavêje, divê berdana girtiyên nexweş be. Hem girtiyên nexweş û hem jî girtiyên ku înfazên wan hatine taloqkirin, divê demildest werin berdan."
 
Şîmel Çamê destnîşan kir ku li girtîgehî ji bilî şert û mercên jiyanê yên dijwar, pirsgirêka avê jî heye û got: "Girtiyên ku divê di hawirdoreke paqij de bijîn, ava wan jî tê qutkirin û tenê ji bo demeke sînorkirî di nav rojê de tê berdan. Ev yek metirsiya nexweşiyên vegirtî zêde dike. Li beşa serdanê av heye. Bi zanebûnî ava girtiyan bernadin." 
 
MA / Ozan Bayindir