Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Barzanî re daxuyanî da

  • rojane
  • 15:53 17 Çile 2025
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî têkildarî hevdîtina bi Mesûd Barzanî re daxuyanî da. 
 
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, duh li Hewlêrê bi Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî re hevdîtin kir. Mazlum Ebdî, li ser hesaba xwe ya medyaya dijîtal têkildarî hevdîtinê daxuyanî da. 
 
Daxuyaniya Mazlum Ebdî wiha ye: “Hevdîtina me li gel serok Mesûd Berzanî cihê kêfxweşiyê bû. Me pêvajoya guhertinê ya ku Sûriye tê re derbas dibe nîqaş kir û bi hev re li ser wê yekê piştrast kir ku divê helwesta Kurdan li Sûriyeyê yek be û divê diyaloga li gel Şamê bi awayekî aştiyane mafê gelê Kurd biparêze. Her wiha me tekez kir ku giringîya yekitîya Kurdî û aramiya herêmê bi giştî berpirsiyariya me hemûyan e û em ê bi hev re alîkar bin.”