AMED - Ekolojîst Gokhan Sara ji bo kampanyaya "Çandina şitilan" a ji aliyê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê ve hatiye destpêkirin got: "Em bi jinûve afirandina jiyanê û parastina jiyanê piştgiriyê didin vê kampanyayê."
Li Tirkiye û Kurdistanê ji ber ranta kapîtalîzmê xweza her roj tê qirkirin. Roj bi roj kêmbûna qadên daristanî, tevî cihêrengiya boyoyê gef li li jiyanê jî tê xwarin.
Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, ji bo pêşî li rûxandina ekolojîk a li Kurdistanê bê girtin, di 1'ê Kanûna 2024'an de kampanya "Çandina şitilan" da destpêkirin. Aktivîstê Komeleya Ekolojiyê ya Amedê Gokhan Sara der barê kampanyayê de ku wê heta 10’ê Nîsanê bidome axivî.
Sara diyar kir ku feraseta ku qeyrana avhewayê ya ji aliyê pergalê ve hatiye afirandin bi rêya şexsan çareser dibe xelet e û got ku çareserî bi guhertina pergalê pêkan e. Sara got: "Ji ber vê yekê dirûşmeya me 'Pergalê biguherîne, ne avhewayê' nirxandina mijarên wekî krîza avhewayê, ziwahî, zuwabûn bi krîza ekolojîk an jî krîza avhewayê re pir maqûltir xuya dike. Divê em bi tevahî li ser pergalê bisekinin."
Sara ku bandora desthilatdariya heyî ya li ser xwezayê wekî "hovîtî"yê bi nav kir, diyar kir ku li navçeyên Amedê Licê, Pasûr û Pîranê ) hemû aliyên eko-qirkirinê dîtine. Sara got: “Pergal dixwaze Kurdistanê bi pêkanînên hov ên kapîtalîzmê dagir bike û bi vê re qadên polîtîk jî vala nahêle û tune dike. Li Şirnex, Heskîf, Çemê DÎcle û Çemê Firatê qirkirinek heye."
PIŞTGIRÎ JI BO KAMPANYAYÊ
Sara banga piştevaniyê ji bo kampanyaya “Çandina şitilan” kir û wiha dewam kir: “Armanc ew e ku em li dijî eko-qirkirinê rabın. Ji bo jinûve avakirina jiyanê xwedîderketina li jiyanê em xwedî li vê kampanyayê derdikevin. Em li bendê ne ku her kes şitilan deyne û xwedî li vê kampanyayê derkeve."
MA / Omer Erdogan