NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Destûra Bingehîn rayeya betalkirina pasaportan a bi hinceta “ewlehiyê” ya Wezareta Karên Hundir betal kir.
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) têkildarî betalkirina pasaportan biryareke girîng da. Li gorî biryara AYM’ê ya di Rojnameya Fermî de hatiye weşandin, rayeya Wezareta Karên Hundir a qedexekirina pasaportan a bi hinceta “ji hêla ewlehiya giştî ve derketina wan derveyî welat pirsgirêk e”, hate betalkirin.