ROJEVA 19’Ê MIJDARA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 19 Mijdar 2024
  • |
img
* Hacer Yurulli ku li Qersê qazan xwedî dike, diyar kir ku ji ber çewlikên qazan ên hatine avakirin û zêdebûna lêçûnan ew zehmetiyê dikişînin.
 
* Parlamentera Partiya Karkeran a Arjantînê Vanîna Bîasî ku beşdarî kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî" bû got: "Ocalan sembola têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e û azadiya wî ji bo hemû gelên bindest sembol e."
 
* Parêzer Bedîrhan Sarsilmaz ê ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hat girtin, ji ber ku silav daye muwekîlê xwe wî H.A ku li heman girtîgehê girtî ye, der barê wî de lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin. 
 
* Elewiyê ereb Kerem Nalbant ê ji Hatayê hat û tevlî berxwedana Xelfetiyê bû, bal kişand ser paradîgmaya neteweya demokratîk û got: "Dawiya dawî wê vîna vî gelî bi ser bikeve."
 
* Danişîna doza 22 rojnamegeran dê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê were lidarxistin. (09.00)
 
* Nobeta li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Xelfetî ya Rihayê hatiye destpêkirin dê di roja 16’emîn de bidome. (10.00-17.00)
 
* Şaxa ÎHD’a Amedê dê Rapora Binpêkirina Mafên Zarokan ên di navbera salên 2023-2024’an de li avahiya xwe eşkere bike. (12.00)
 
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari dê di civîna koma Meclisê de biaxive. (12.45) ZINDÎ
 
* Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Ser Jinê ya Navneteweyî de dê li gelek bajaran çalakî bên lidarxistin. (13.00)