Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê hatin binçavkirin

  • rojane
  • 16:41 18 Mijdar 2024
  • |
img

STENBOL - Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyurtê Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan ku ji bo îfadeyê çûn emniyetê, hatin binçavkirin. 

Polîsan îro di danê sibehê de bi ser avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Esenyurt a Stenbolê de girtin. Piştî lêgerînê, Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê ji bo îfadeyê bang li Hevserokên Navçeyê Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan kir.  
 
Yilmaz û Arinan ên ji bo îfadeyê çûn emniyetê, li wir hatin binçavkirin. Di heman demê de polîsan saet di 15.30’ê de li malên her du hevserokan lêgerîn kirin. Hat zanîn ku ji bo hevserokan biryar hate dayin ku nekarin 24 saetan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bikin.