Zubeyde Zumrut: Heta Abdullah Ocalan azad dibe dê têkoşîn bidome

  • rojane
  • 14:07 18 Mijdar 2024
  • |
img

AMED - Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut diyar kir ku di mitînga Kolnê de peyama “Navnîşana çareseriyê li Îmraliyê ye” hatiye dayin û wiha got: “Heta Rêber Apo azad dibe dê ev têkoşîn pêl bi pêl mezintir bibe û bidome.” 

Di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de li Koln a Almanyayê bi hezaran kurdistanî û dostên wan mitîng li dar xist. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurd-Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut mitîng û peyamên hatine dayin nirxand. Zumrut, diyar kir ku ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan serdemeke nû dest pê dike. Zumrut, destnîşan kir ku tecrîd hêj didome û ev tişt anî ziman: “Ev pêvajoya bi komploya navneteweyî dest pê kirî, tevî mafê hêviyê jî 26 sal in li Girava Îmraliyê bi awayekî girankirî didome. Lê em dibêjin ‘Ji Rêber Apo re azadî, ne sibe a niha” û têkoşînê mezin dikin. Tevî dostên xwe em hewl didin bi îradeyeke xurtir bixebitin. Helwesta gelan a li dijî tecrîdê zelal e. Di mitînga Kolnê de ev nîşan da.” 
 
'NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ ÎMRALI YE’
 
Zumrut, bal kişand ser girîngiya peyamên mitîngê û wiha pê de çû: “Gelê kurd û dostên wan peyamên xurt dan raya giştî ya navneteweyî û Tirkiyeyê. Li wir tenê dirûşmek olan da; ‘navnîşana çareseriyê Îmrali ye.’ Ji bo hêzên navneteweyî û Tirkiyeyê bangekî eşkere bû; divê tecrîd rabe, Rêber Apo ji hêla fîzîkî ve azad bibe.” 
 
Zubeyde Zumrut
 
‘CIWAN Û JINAN MOHRA XWE LI MITÎNGÊ DAN’ 
 
Zumrut, da zanîn ku tevlibûneke xurt a jin û ciwanan hebû û ev tişt anî ziman: “Ev yek nîşan dide ku têkoşîna me civakî bûye. Bi her gava ji bo azadiya Rêber Apo tê avêtin ve ev îrade dê mezintir bibe. Me xwest têkoşîna xwe bi rêxistiniyeke civakî bimeşînin. Wêneyê 16’ê mijdarê jî ev yek bi eşkereyî nîşan da.” 
 
'DÊ TÊKOŞÎN NESEKINE’
 
Zumrut, axaftina xwe wiha qedand: “Berteka gel a li dijî tecrîdê eşkere ye. Peyama Omer Ocalan anî rê li ber kelecaneke mezin vekir. Gelê me bi eşkereyî got; ‘heta tecrîd neşikê û Rêber Apo azad nebe dê ev têkoşîn nesekine. Mitînga me li Tirkiye û cîhanê deng veda. Dê têkoşîna me heta azadiya Rêber Apo pêl bi pêl mezintir bibe. Em ê demên pêş de xebatên xwe bi raya giştî re parve bikin. Heta tecrîd nerabe û deriyên Îmraliyê venebin dê têkoşîn nesekine. Dem dema nivîsandina dîrokeke nû ye û ev dîrok dê bibe dîroka hilweşandina dîwarên tecrîdê û bidestxistina azadiyê.”