Ji bo gelek bajarên bakurê Kurdistanê hişyarî hate kirin

  • rojane
  • 09:58 18 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê Amed, Êlih û Şirnex jî di nav de ji bo 16 bajaran bi koda zer hişyarî kir. Li bendê ye ku li hinek bajaran jî berf bibare. 

Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê, rapora xwe ya rewşa hewayî ya 18’ê mijdarê eşkere kir. Di raporê de hat gotin ku li bajarên bakurê Kurdistanê Meletî, Amed, Dîlok, Sêrt û Rihayê li benda barîneke zêde ne. Her wiha ji bo Erzirom, Qers û Wanê jî hişyariya berfê hate kirin. Hat texmînkirin ku li bajarên Bakur pileya germahiyê ji 2 heta 4 pileyan bikeve. 
 
Midûriyetê got ku bi taybetî li başûrê Herêma Serhedê û bajarên Semsûr, Dîlok, Kîlîs, Amed, Êlih û Sêrtê barîneke zêde bibare. 
 
Di heman demê de midûriyetê bajarên Kurdistanê Semsûr, Çewlik, Bedlîs, Amed,  Xarpet, Colemêrg, Meletî, Mereş, Mûş, Sêrt, Dêrsim, Êlih û Şirnex û bajarên Tirkiyeyê Osmaniye, Edene û Hatay jî ji ber barîna zêde bi koda zer hişyarî da.