DEM Partiyê bertek nîşanî Tekîn de: Em ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê paşvegavê naavêjin

  • rojane
  • 13:13 17 Mijdar 2024
  • |
img

ENQERE - DEM Partiyê bertek nîşanî gotina Wezîrê Perwerdeyê Yûsûf Tekîn da ku digot; “DEM Partiyî nahêlin qurs û dersên hilbijarî bên vekirin.” DEM Partiyê got: “Em bi tu awayî ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê paşvegavê naavêjin.” 

Wezîrê Perwerdeyê Yûsûf Tekîn di kongreya AKP’ê ya Êlihê de îdia kir ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) perwerdeya bi kurdî asteng dike. Tekîn, ev îdiaye kir: “DEM Partiyî nahêlin qurs û dersên hilbijarî bên vekirin.” DEM Partiyê têkildarî van îdiayan daxuyanî da. 
 
Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê bi sernavê “Têkoşîna ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê, sedema hebûna partiya me ye” daxuyanî da. 
 
‘LI PEY HESABÊN NÛ NE’
 
Daxuyanî wiha ye: 
 
“Wezîrê Perwerdeya Neteweyî Yusuf Tekin di kongreya partiya xwe ya Navçeya Navendî ya Êlihê de îdia kir ku endamên Partiya DEMê rê li ber vekirina kursên Kurdî û dersên hilbijêrkî yên Kurdî digirin û dîsa ji ber astengkirina Partiya DEMê dersên Kurdî yên perwerdeya taybet hatine girtin. Ev gotinên Wezîr ji rastiyê qutbûyî ne, bi van hewlan dixwazin xwe ji berpirsyariya xwe pak bikin û sûcdariya xwe înkar bikin. Xuya ye, wekî her carê, desthilat hemû pirsgirêkên ku ji ber polîtîkayên wan derketine holê înkar dike û bi sûcdarkirinan hewl dide hesabên nû bike. Lê belê, rastî pir aşkera ye ku kes nikare veşêre. 
 
Dema ku Wezîr van gotinan dike, ma haya wî ji vê yekê tuneye ku desthilatê di meclisê de zimanê Kurdî wek zimanekî nenas îlan kiriye, ji walîtiyan re gelek giştîname şandiye ji bo ku nivîsên Kurdî yên wekî 'Pêşî Peya' yên şaredariyan ji ser kolanan bên rakirin? Ma haya Wezîr ji kirdariyên qeyûmên tayînkirî tune ye ku wan ewila ewil tabelayên Kurdî ji şaredariyên me daxistin, malperên Kurdî û hesabên medyaya civakî rakirin, kreşên Kurdî girtin? Ma haya Wezîr ji qedexekirina konserên Kurdî nîne? Di sala 2016'an de bi biryara îdarî ya hikûmetê, yekane dibistana taybet a Kurdî ya ku gel bi derfetên xwe vekiribû Ferzad Kemanger ma ji aliyê vê desthilatê ve nehat girtin? Vê desthilatê di 24'ê Îlona 2024'an de êriş nebir ser Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER), Payîz Pirtûk û Koperatîfa Perwerdehiya Ziman û Hunerê ya Anka ku kursên Kurdî didin? Wezîr van gotinên dûrî rastiyê dike lê belê hîna hefteyek jî di ser qedexekirina konserên hunermendên Kurd re derbas nebûye.
 
Partiya DEMê û kevneşopiya wê ya siyasî ji roja damezrandina xwe ve, ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê, bi taybetî bi zimanê Kurdî û ji bo zimanê dayikê yê hemû gelan têdikoşe. Ji bo ku zimanê dayikê li qadên giştî bi awayekî azad bê bikaranîn, Partiya me têkoşîna herî mezin dide. Me gelek caran anî ziman ku daxwaza zimanê dayikê ya gelekî ku bi milyonan kesan pêk tê, bi dersên hilbijêrkî pêk nayê û daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê bi van dersan nayên sînordarkirin, ku ev dersên hilbijêrkî jî di encama têkoşîna me de hatine bidestxistin. Desthilatdariya AKP-MHPê destkeftiyên gelê Kurd ên di encama têkoşîna sed salî de hatine bidestxistin, ji gelê me re weke qencî nîşan dide, lê li aliyê din jî her xebatên li ser zimanê Kurdî terorîze dike û asteng dike. Bi hezaran mamosteyên Kurdî ku li benda tayînkirinê ne nayên tayînkirin. Dersên hilbijêrkî yên Kurdî ku di hefteyê de 2 saet wext jê re hatiye veqetandin dûrî aqil e lê belê li ser van du saetan jî dek û dolabên curbicur tên kirin. Ev desthilata ku bi fêlbaziyan nahêle dê û bav û xwendekar dersên hilbijêrkî yên Kurdî hilbijêrin, astenga herî mezin e li pêşiya zimanê Kurdî. Diçin Amedê û ji bo rayên Kurdan bigirin du peyvên Kurdî bi lêv dikin û piştî ku vedigerin Enqereyê zimanê Kurdî wek zimanekî nenas pênase dikin. Ev delîla herî mezin a siyaseta durû ya vê desthilatê ye û gelê me ye vê kesayetiya durû ya desthilatê ji nêz ve nas dike. Bi van gotin û kiryarên nelihev desthilatê polîtîkaya xwe ya durû dîsa aşkera kir.
 
Perwerde ne berovajîkirina heqîqetê ye, hînkirin û xurtkirina wê ye. Ji perwerde û welêt re şerm e ku Wezîrê Perwerdeyê rastiyan ewqasî berovajî bike. Divê ji vê derê li çavkaniya rizîbûnê bê kolandin. Partiya me têkoşîna zimanê gel weke sedema hebûna xwe dibîne û wiha pênase dike. Partiya me her tim piştgirî daye her tevkariyê ku ji bo zimanê gelê Kurd kêrhatî ye. 
 
Gotina me ya li Wezîrê Perwerdeyê ev e; hûn hemû astengiyên li pêşiya perwerdeya bi zimanê Kurdî rakin, kursên zimên, dibistan û kreşên bi Kurdî vekin, em ê jî bi kampanyayan xwendekaran bibînin. Em weke Partiya DEMê tu carî ji mafê perwerdeya bi zimanê dayikê paşde gav navêjin."