Gel diherike qada mitîngê ya Êlihê

  • rojane
  • 13:01 17 Mijdar 2024
  • |
img

ÊLIH - Li Êlihê gel ji bo mitînga “Demokrasî û Azadiyê” dadikeve qadê. 

Platforma Saziyên Demokratîk li Êlihê mitînga “Demokrasî û Azadiyê” li dar dixe. Li qada mitîngê pankarta “Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd em meşa xwe ya azadiyê mezin dikin” hate daliqandin. Gel dest bi ketina qadê kir. Girseyê dovîzên weke “Ev hişyariyeke gel e; şaredariyên me vala bikin”, “Em rê nadin qeyûm, qeyûm talan e” û “Muxatabê çareseriyê diyar e” hilgirtin. 
 
JIN DI KORTEJA TJA’YÊ DE NE
 
Gelek welatiyên ji bajarên derdorê hatin jî lki Xaçerêya Heskîfê kom bûn û govend gerandin. Koma ji Sêrtê hatî bi pankarta “Em ê li dijî xespkirina îradeyê li ber xwe bidin û bi ser kevin, ne qeyûm demokrasî” hilgirtin û amadekariya ketina qadê dikin. Dayikên Aştiyê û gelek jin jî di korteja Tevgera Jinên Azad (TJA) a li Parka Yilmaz Guneyê de cih girtin. Jin bi cil û bergên xwe yên kurdî tev li bûn. 
 
DEMA WESAYÎT ASTENG KIRIN DEST BI MEŞÊ KIRIN 
 
Girseya li ser Heskîfê dihat qadê, li noqteya kontrolê hate astengkirin. Li ser vê yekê welatî ji wesayîtên xwe paya bûn û bi dirûşma “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” ber bi Êlihê ve dest bi meşê kirin. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî hatin qada mitîngê. 
 
Herikîna gel a ber bi qada mitîngê ve didome.