Bi gotina ‘were vir walî’ bûbû rojev: Em ê têkoşînê bi ser bixin

  • rojane
  • 11:44 17 Mijdar 2024
  • |
img

ÊLIH - Yûsûf Kaya ku li pêşiya şaredariyê ji qeyûm re gotibû; “Walî were vê der, hûn îradeya gel xesp dikin” û piştre hatibû girtin. Di dema binçavkirinê de îşkence li Kaya hatibû kirin. Kaya, peyama; “Em ê vê têkoşînê bi ser bixin” şand. 

Çalakiyên protrestoyî yên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Êlihê hatine destpêkirin, tevî êrişên polîsan jî didomin. Heta niha herî kêm 195 kes hatin binçavkirin û ji wan 25 jê hatin girtin û cezayê hefsê li 5 kesan hate birîn. Kesên di çalakiyan de û serdegirtinên malan de hatin binçavkirin, bi tundiyeke zêde ya polîsan re rû bi rû man. 
 
Welatiyê bi navê Yûsûf Kaya ku li pêşiya şaredariyê bi gotina; “Madem wê we îrade xesp bikira wê demê we çima hilbijartin kir? Heke we pê çêbibe wê demê were vê derê qezenc bike. Di nava gel de hûn dê dengê têkoşînê bibihîsin. Gelo tu cisaret dikî? Ka were vê derê? Wisa bi çûyîna şaredariyê, bi xweveşartinê hûn nikarin bigihijin encamê. Bi parastvanan hûn nagihijin tu deran. Dê werî û bê nav gel de. Hûn hilbijartinê dkin lê îradeya gel xesp dikin. Tiştekî wiha nabe. Îsraîl ji we baştir e.”  bertek nîşan dabû. Kaya, di 7’ê mijdarê de hate girtin û rastî tundiya polîsan hat. Hinek şahidan jî gotin ku li pêşiya şaredariyê walî Ekrem Canalp bi xwe şimaqek li Kaya xist.  
 
‘WALÎ ŞIMAQ LÊ XIST’
 
Ciwanê bi navê N.K. ku li pêşiya şaredariyê destên wî ji pişt ve hatibûn kelemçekirin û berê wan dabûn dîwar û wisa hatibûn sekinandin, got ku wî dît ku walî Canalp şimaq li Kaya xistiye. N.K., têkildarî binçavkirinê jî wiha got: “Ji ewil em hatin derbkirin. Em birin şaredariyê. Li vir guleyên plastîkê û gaza îsotê avêtin. Dema em girtin hundir, Yûsûf û walî rastî hev hatin. Yûsûf, ji walî re got ‘tu çima ditirsî naçî nav gel de.’ Li ser vê yekê walî şimaqek lê xist. Piştî şimaqê jî birin hundir. Li wir dengê qêrînan dihat. Nehiştin em bilivin jî. Piştre min di wêneyan de dît. Dema birin odeyê wiha nebû. Her tişt li wir qewimî. Em du rojan li emniyetê man. Polîsên bi maske dihatin wir û em derb dikirin. Gaza îsotê û fîşekên plastîk diavêtin nezaretxaneyê. Piştre jî hatim berdan.” 
 
GOTIN ‘SILAVÊN WALÎ HENE’ Û DERB KIRINE 
 
 
Sakîne Kaya, di 14’ê mijdarê de li Girtîgeha Tîpa T a Êlihê bi birayê xwe Yûsûf Kaya re hevdîtin kir. Sakîne Kaya anî ziman ku şopên derbkirinê yên li ser rûyê birayê wê hêj mîna xwe ne û ev agahî da: “Birayê min tiştên piştî binçavkirinê ji min re vegot. Polîsan gotine ‘silavên walî hene’ û birayê min binçav kirine. Bi lêdanê hate binçavkirin, li erdê kaş kirin û wisa birin baxçeyê şaredariyê. Birayê min li wir hate derbkirin, telefona wî jê standin û li ser wêneyên kekê min Umran Kaya û pismamên min heqaret lê kirine.” 
 
Sakîne Kaya, anî ziman ku birayê wê ev agahî parve kirine: “Cil û bergên min ji min kirin. Polîsên ku maumeleyeke dermirovî û îşkence li min dikirin, her du destên min kelemçe kirin. Ev îşkence tenê bi polîsan bisînor nema. Parastvanên qeyûm jî pêhn li rûyê min xistin. Ji ber derbên li serûçavên min ketin, niha pirsgirêka dîtinê dijîm. Her cara ku îşkence dikirin, ez bi wan dikeniyam. Ev kenê min bi zora wan diçû lewma îşkenceya dermirovî domandin.” 
 
Sakîne Kaya got ku ew li gel berxwedana birayê xwe ne û ev tişt anî ziman: “Min jê pirsî bê ka walî şimaq lê xistiye yan na. Got ku serê wî her tim çemandîbû û wisa îşkence lê hatiye kirin. Her kesê îşkence dikir jî ji ewil digot; ‘silavên walî hene.’ Ji ber ku serê wî çemandîbû, walî nedîtiye.” 
 
PEYAMA BERXWEDANÊ
 
Sakîne Kaya, ev peyama birayê xwe parve kir: “Em di têkoşîna xwe de mafdar in. Têkoşîna mafdar jî teqez dê bi ser keve. Bila gumana kesekî nebe ku dê têkoşîna me bi ser keve. Ne zindan ne sepanên dermirovî ne jî mirin dê nekarin me ji têkoşîna me bikin. Serkeftin a me ye.” 
 
‘EZ Ê DOZÊ VEKIM’
 
Dayik Gulcihan Kaya jî tevî kurê xwe ji roja ewil heta niha di nava protestoyan de cih digire. Dayika Gulcihanê got ku dê giliyê kesên tundî kirin bike. Dayika Gulcihanê got: “Çavê kurê min reş û şîn kirine. Îşkence li kurê min kirine. Kurê min ji ber îşkenceya lê hatiye kirin nikare rabe û rûne.” 
 
Dayika Gulcihanê bi bîr xist ku kurê wê Umran Kaya di 26’ê îlona 2021’ê de bi çekên kîmyewî hatiye qetilkirin û bertek nîşanî zextan da. Dayika Gulcihan ev tişt anî ziman: “Hestiyên kurê min nedna. Her roj bi ser mala min de dihat girtin. Niha jî kurê min îşkence kirin. Em qeyûman qebûl nakin. Em ê şaredariya xwe ji wan bistînin. Em ê ji wan re nehêlin. Me ew şaredarî bi xweha eniya xwe stand.” 
 
MA / Fethî Balaman