Rojnameger Karwan: Tirkiye ji PDK’ê hikûmeteke ji wê re xizmetê bike daxwaz dike

  • rojane
  • 10:40 17 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Hawre Karwan anî ziman ku hevdîtinên koalîsyonê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê didomin û got: “Tirkiye ji PDK’ê dixwaze ku hikûmeteke xizmetê ji wê re bike ava bike. Şertê YNK’ê jî ew e ku Mesrûr Barzanî nebe serokwezîr.”

Hilbijartinên parlamentoyê yên Herêma Federe ya Kurdistanê di 20’ê cotmehê de hatin lidarxistin û rêjeya tevlibûnê ji sedî 72,6 bû. Di hilbijartinê de PDK’ê 39, YNK’ê 23, Nwey Nwe 15, Yekgirtû 7, Komel 3, Helwest 4, Bêriya Gel 2, Hevpeymaniya Kurdistan û Goranê jî her yek ji wan yek kursî bi dest xistin. Ji bo avakirina hikûmetê jî hewcehî bi 51 kursiyan heye. Di vê rewşê de tu partî nikarin bi tena serê xwe hikûmetê ava bikin. Lewma jî çavê her kesî li koalîsyona dê were avakirin e. Nakokiyên di navbera partiyan de, daxwazên wan û şertên deynin pêş, li ber avakirina hikûmetê dibe girêkeke. 
 
Nêzî meheke hêj jî hikûmet nehatiye avakirin û nîqaşên li ser koalîsyonê didomin. Rojnameger Hawre Karwan têkildarî helwesta PDK’ê, bandora Tirkiyeyê ya li ser avakirina koalîsyonan û geşedanên dawî yên li herêmê nirxand. 
 
'HIKÛMETÊ NIKARIN AVA BIKIN’
 
Karwan, anî ziman ku hilbijartin di şert û mercên demokratîk de nehatine lidarxistin û wiha got: “Hevdîtinên ji bo avakirina hikûmetê didomin. Hilbijartina dawî, li gorî yên berê di rewşeke cuda de hatin lidarxistin. Kampanyaya hilbijartinê jî cuda bû. YNK’ê li gorî berê, mekanîzmayeke nû xist meriyetê. Piranî li ser dagirkeriya dewleta tirk û rewşa herêmê sekinî. Lewma YNK’ê nekarî li Behdînanê, Dihok û Hewlêrê xebatên hilbijartinê bike. Serokê YNK’ê Bafel Talabanî got; ‘Heke li Behdînanê me asteng bikin em ê wan bidin sekinandin.’ Ji ber aloziya di navbera YNK û PDK’ê de, hinek çavdêrên siyasî gotin divê hilbijartin neyên kirin. Encamên hilbijartinê hatin eşkerekirin lê hikûmet tune ye.” 
 
120 GILÎ HATIN KIRIN 
 
Karwan, diyar kir ku PDK dixwaze koalîsyonê ava bike lê partiyên din şertan didanin pêşiya wê û wiha pê de çû: “Piştî hilbijartinê ji ber nelirêtiyan nêzî 120 giliyan hatin kirin. Li bendê ye ku Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Iraqê têkildarî hilbijartinê biryara xwe ya dawî û encaman eşkere bike. Ji ber ku dibe Lijneya Hilbijartinê ya Bilind kursiyekê zêde bike yan jî kêm bike. Yek ji sedema neavakirina hikûmetê jî ew e ku encamên hilbijartinê bi awayekî fermî nehatine eşkerekirin. Dibe ku partiyên tenê kursiyek bi dest xistin wê kursiya xwe jî winda bikin. PDK’ê piraniya dengan bi dest nexist lewma nikare bi tena serê xwe hikûmetê ava bike. Divê bi çendek partiyan re koalîsyonê ava bike. Ji ber ku li gel 3 kursiyên dawî bi giştî 39 kursiyên wê hene. Nwey Nwe dibêje ku heke tevahiya wezaretan bidin wan dê koalîsyonê ava bikin. PDK jî vê qebûl nake. Ji ber rewşa heyî jî gel dê PDK’ê weke hikûmet qebûl neke. Ev sedem jî rê li ber avakirina hikûmetê digirin.” 
 
'PDK’Ê JI BILÎ YNK’Ê BI HEMÛ PARTIYAN RE HEVDÎTIN KIR’ 
 
Bi domdarî Karwan destnîşan kir ku ji bo avakirina hikûmeta nû şertên YNK’ê jî hene û ev tişt anî ziman: “YNK dibêje heke şertên wê bên qebûlkirin dê bikare di koalîsyonê de cih bigire. PDK’ê ji bo avakirina hikûmetê ji bilî YNK’ê bi hemû partiyan re hevdîtin kir. YNK’ê jî ji bo di koalîsyonê de cih bigire du şert danî. Ya yekemîn; divê Mesrûr Barzanî dîsa nebe serokwezîr; ya duyemîn jî yan serokwezîrtî yan jî serokkomartiyê bidin YNK’ê. Divê Parlamentoya Kurdistanê civîna xwe ya ewil li dar bixe. Parlamenterê herî pîr dê bibe serokê meclisê û dê peywira avakirina hikûmetê bide partiya bi ser ketî.” 
 
DAXWAZA TIRKIYEYÊ YA JI PDK’Ê
 
Di berdewamê de Karwan bi lêv kir ku PDK di çarçoveya daxwaza Tirkiyeyê de tevdigere û wiha got: “Heke PDK li gorî daxwaza Tirkiyeyê tevbigere dê bikaribe koalîsyonê ava bike. PDK, şirîka dewleta tirk e. Lewma dixwaze bi partiyeke dewleta tirk jê razî re koalîsyonê bike. Biryarên PDK’ê li gorî berjewendiyên dewleta tirk in. Me dît ku YNK li dijî van polîtîkayên PDK’ê ye. Di pêvajoya hilbijartinê de YNK’ê ji bo bidawîkirina dagirkeriya dewleta tirk xwest hêzên xwe ji başûrê Kurdistanê vekişîne. PDK ji bilî Nwey Nwe naxwaze bi tu partiyên din re hikûmetê ava bike ku ev jî di şertên heyî de nepêkan e. Ji ber ku her partiya bi PDK’ê re koalîsyonê ava dike dê serî li ber PDK’ê bitewîne. Dê PDK biryarên xwe lê ferz bike û bi demê re wê partiyê qels bike. YNK jî gelek caran ji hêla gel ve hate cezakirin. Lê gel vê carê careke din şens da YNK’ê. Lewma heke tev li hikûmetê bibe dê mîna berê dîsa di hilbijartinên parlamentoyê de YNK’ê ceza bike. Ji ber van hevsengiyan hikûmet nayê avakirin. Bi hilbijartinê re dîktatoriya PDK’ê bi dawî bû. Di qebîneyên berê de PDK li îktîdarê bû û mekanîzmaya biryarê di destê wê de bû. Partiyên din jî tenê li biryarên wê guhdarî dikir û pêk di anîn. Lê vê carê heta ku tam xwedî hêza biryardayînê nebin dê tu partî tev li koalîsyonê nebin.” 
 
Karwan, da zanîn ku dewleta tirk zextê li PDK’ê dike ku koalîsyoneke qels ava bike û axaftina xwe wiha qedande: “PDK jî li gorî vê daxwaza dewleta tirk tevdigere. Tirkiye hewl dide êriş û xeyalên xwe li ser PDK’ê pêk bîne. PDK’ê heta niha 45 kursî hebûn û ji kotaya kêmnetewan 11 kursî distand. Tirkiye dixwaze waliyeke tirkmen an jî erebeke şovenîst tayînî koalîsyonê bike. Lê vê carê dê xeyalên dewleta tirk pêk neyên. Dixwaze YNK’ê ji hikûmetê dûr bigire û xeyalên xwe pêk bîne. YNK’ê 25 kursî hene. Lewma jî partiya duyemîn e û nikare paşguh bike. Dewleta tirk dixwaze hikûmeteke qels a li gorî xizmeta wê tevdigere were avakirin. Dixwaze rewşa heyî bidome. PDK’ê bi peymana petrolê ya ji bo 50 salan re deriyên sînor vekir û bi bedela bi milyon dolaran bazirganî kir û xizmet ji dewleta tirk re kir. Lê ev rewş êdî dê wisa nebe. Di vê hilbijartinê de PDK’ê îktîdar çawa winda kiribe, dê dagirkeriya dewleta tirk jî li vir bi dawî bibe.”