ROJEVA 16’Ê MIJDARA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 16 Mijdar 2024
  • |
img
* Meclisa Jinan a DEM Partiyê ya Stenbolê Aygul Sîncarê diyar kir ku armanca wan ew e ku paradîgmaya "azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk" bigihînin hemû jinan û got: "Azadiya jinê azadiya civakê ye."
 
* Civaknas Taner Taş anî ziman ku tundiya li ser jin û zarokan bi desthilatdariyê, pêgirtîbûna aboriyê û kedxwariya kapîtalîst ve girêdayî ye û got: "Ji bo çareseriya pirsgirêkê ne takekesî, divê mirov li ser guhertinên pergalî hûr bibe." 
 
* Şaredariya Xelfetiyê ya ku qeyûm tayinî wê hatiye kirin, di 6 meh û 26 rojan de, 34 milyon û 447 hezar TL deynê ji qeyûm û Şaredarê AKP'î Şeref Albayrak mayî da û xizmeta gelek gundên ku berê ximeta wan nehatibû kirin kir. 
 
* Seroka Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Ozden Gurbuz Sumerê, diyar kir ku armanca wan ew e ku bi kampanyaya "Gotina me neqediyaye: Em ê bi hev re tundiyê rawestînin" bajarekî li ser esasêwekheviya zayendî ava bikin.