Li Êlihê meş hat lidarxistin: Werin em bi paradîgmaya Ocalan aştiyeke rast pêk bînin

  • rojane
  • 13:59 10 Mijdar 2024
  • |

 ÊLIH - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar di meşa Êlihê de axivî û wiha got: “Berxwedana xelkê bajar îradeya azadiyê ye. We sedsalek winda kir, werin em bi paradîgmaya birêz Ocalan di vê sedsalê aştiyeke rast pêk bînin.” 

Li dijî qeyûm li Êlihê meşeke girseyî hat lidarxistin. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, endamên Platforma Jinan a Edeneyê, hevşaredarên navend û navçeyên Amedê, hevşaredarên Dêrsimê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, parlamenterên DEM Partiyê, Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik û bi sedan kes tev li bûn. Girseya ku li Parka Yilmaz Guney hate gel hev, ber bi Xaçerêya Basinê ve dest bi meşê kir. 
 
Di meşê de gelek caran dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Êlih ranazê xwedî li îradeya xwe derkeve” hatin berzkirin. Welatiyên derdorên jî bi çepikan piştgirî dan meşvanan. Dayikên Aştiyê di meşê de li herî pêş bûn. Girseya ku gihiştî Xaçerêya Basinê,  li ber strana “Gevere Gevere” govend gerand. 
 
‘DÊ BERXWEDAN BIDOME’
 
Di daxuyaniyê de ji ewil Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz axivî. Korkmaz, diyar kir ku heta ku qeyûm îradeya gel dîsa teslîm dike dê li her derê berxwedana xwe bidomînin, ew qeyûman rewa nabînin û dê endamên meclisê karê xwe bidomînin. 
 
Endama Platforma Jinan a Edeneyê Sevîl Araci jî got ku qeyûm ji ewil destkeftiyên jinan hedef digirin û jin dê tevî hêzên demokrasiyê êrişa qeyûman têk bibin. Endama platformê Şîlan Surmelî jî got ku ew bi Hevşaredar Gulistan Sonuk re ne. 
 
‘DÊ XELKÊ ÊLIHÊ BI SER KEVE’
 
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal jî di çalakiyê de axivî û got ku bersiva herî xurt jin û ciwanan didin qeyûman. Şedal, da zanîn ku îktîdarê û hevkarên wan winda kir, dê destûrê nedin careke din şaredarî bên dagirkirin û got: “Serkeftin dê ya gelê Êlihê be.” 
 
‘EM Ê ÎRADEYA XWE TESLÎM NEKIN’
 
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn jî anî ziman ku li kolanên Kurdistanê her kes xwedî li îradeya xwe derdikeve û got: “Hûn mecbûr in îradeya gel nas bikin. Hûn nikarin me têk bibin û serî bi me bidin tewandin.”
 
‘EV GEL NAHÊLE RÛMETA WAN WERE BINPÊKIRIN’ 
 
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jî diyar kir ku xelkê Êlihê xwedî li rûmeta gelê kurd, demokrasî û azadiyê derdikeve. Zeydan, destnîşan kir ku qeyûm xesp, talan û dizî ye û ev tişt anî ziman: “Gelê me nahêle hûn rûmeta wan binpê bikin. Em ê şaredariyên xwe dîsa bi dest bixin.” 
 
48 SAZIYAN DEKLARASYONA HEVPAR WEŞANDIN 
 
Piştre jî Serokê Sendîkaya Petrol Îşê Veysel Kartal deklarasyona 48 saziyan a hevpar a bi sernavê “Îktîdar dixwaze civakeke nafikire û xwe birêxistin nake ava bike. Em jî li dijî qeyûman dibêjin bijî demokrasî.” xwend. 
 
‘EM Ê FERASETA WE TÊK BIBIN’
 
Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk jî diyar kir ku ew bi gelê Êlihê serbilind e û ev tişt anî ziman: “Em careke din bibêjin; qeyûm li dijî hêviya bajarekê ku gel bikare lê bijî derbe ye. We got qey dê bi qeyûman encamê bi dest bixin lê hûn dê bibînin ku we xwe xapandiye. Em ji vê qada berxwedanê dibêjin; em ê feraseta we ya mêrperest têk bibin û ev jî bila ji we re bibe derd.” 
 
‘EV BERXWEDAN BERXWEDANA ÎRADEYÊ YE’ 
 
Herî dawî jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî. Uçar, berxwedana gelê Êlihê silav kir. Uçar, wiha domand: “Êlih, ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê kurd xwedî cihekî girîng e. Berxwedana gelê Êlihê, berxwedana azadiya îradeyê ye.” Uçar, got ku bi zanebûn şaredariyên Xelfetî, Mêrdîn û Êlihê hedef hatine girtin. Uçar, got ku Êlih bajarekî azadîxwaziya jinê diparêze ye û wiha pê de çû: “Bi hilbijartina hevşaredar Gulistanê re, bi ‘jin, jiyan, azadiyê’ bersiv da aqilê dewletê yê sedsalî. Ne dewlet ne jî qeyûm dê nekarin vê rastiyê biguherîni.” 
 
‘NEÇARESERKIRINA PIRSGIRÊKA KURD’
 
Uçar, axaftina xwe wiha qedand: “Tevî tundiya dewletê jî em ê li kolanan bin. Ev pêvajo dê mîna pêvajoya 2016- 2019’an nebe. Dê gel qeyûmên we dîsa bişîne. Qeyûm, encama neçareserkirina pirsgirêka kurd e. Tişta herî girîng a ji bo vî welatî, çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd e. Qeyûmên xwe paşve bikişînin, tecrîdê rakin û dev ji polîtîkayên şerê taybet berdin. We sedsalek winda kir,  werin em bi paradîgmaya birêz Ocalan di sedsala duyemîn de aştiyeke rast pêk bînin. Heta qeyûm diçin em ê bi hev re têbikoşin.” 
 
PIŞTÎ DAXUYANIYÊ POLÎSAN ÊRIŞÎ GIRSEYÊ KIR 
 
 
Polîsan piştî daxuyaniyê êrişî girseyê kir. Girseyê li Xaçerêya Basinê li ber stranên kurdî govend gerand. Demek piştre jî polîsan bi gaza îsotê û ava şid êriş kir. Tevî êrişê jî girse belav nebû.