ROJEVA 10’Ê MIJDARA 2024’AN

  • rojane
  • 09:00 10 Mijdar 2024
  • |
img
* Raportorê Meclisa Parlamanteran a Konseya Ewropayê yê Tirkiyeyê Stefan Schennach diyar kir ku ji bo bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin dê serlêdanê bikin.
 
* Xwişkên hev Fatma Dûrgûn û Gurbet Tekîn ên ji roja ewil ve li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê nobedê digirin gotin: "Heta em vîna xwe ya desteserkirî ji wan nestînin em ê li ber xwe bidin."
 
* Welatiyên li ber Şaredariya Xelfetiyê ku qeyûm tayinî wê hat kirin bênavber berxwedana xwe didiomînin, gotin: “Li Xelfetiyê kurd û tirkmen bi hev re dijîn. Xelfetî modela Komara Demokratîk e."
 
* Hevseroka Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê Sîbel Çaprazê diyar kir ku ew ji rewabûna ATK'ê bi guman in û banga "Bila girtiyên nexweş demildest bên berdan" kir.
 
*Bîranîna meha 109’emîn a Komkujiya Garê dê li pêşiya Gara Enqereyê were lidarxistin. (10.04)
 
* Li gelek bajaran dê li dijî tayînkirina qeyûman çalakiyên protestoyî bên l lidarxistin. (12.00-22.00) ZINDÎ