Nehiştin wekîl bi ciwanên binçavkirî re hevdîtinê bikin

  • rojane
  • 08:37 10 Mijdar 2024
  • |
img

ÊLIH - Destûr nehat dayin ku parlamenter bi ciwanên tê gotin li Midûriyeta Emniyetê ya Êlihê tên Îşkencekirin re hevdîtinê bikin. 

Gelek ciwanên bi hinceta protestoyên tayînkirina qeyûm li Êlihê hatin binçavkirin li Midûriyeta Emniyetê tên ragirtin. Parlamenterên DEM Partiyê li ser medyaya dijîtal ragihandin ku ciwan hatine îşkencekirin. 
 
NEHIŞTIN WEEWÎL BIÇIN SERDANÊ 
 
Parlamentera DEM Partiyê ya Sêrtê Sebahat Saritaş da zanîn ku parêzerên ciwanên binçavkirî diyar kirine ku li emniyetê îşkenceyên giran li ciwanan tên kirin. Saritaş, got ku îşkenceyeke giran li ciwanan tê kirin.  
 
Parlamenter Zeynep Odunuc jî ji ber agahiyên îşkenceyê çû emniyetê. Oduncu, wiha got: “Em hatin emniyetê lê destûr nedan em bi binçavkiriyan re hevdîtinê bikin. Em ê bi rêya parêzeran agahiyan bigirin. Têkildarî îşkenceyê îdiayên girîng hene.”  
 
FERMAN DANE NEXWEŞXANEYAN
 
Her wiha hate ragihandin ku ferman ji serbijîşkên nexweşxaneyan re hatiye şandin ku rapora derbkirinê nedin kesên rastî îşkenceyê hatin.