Erol ê bi îşkencekirinê hatibû binçavkirin bi şertê hepskirina malê hat berdan

  • rojane
  • 11:52 9 Mijdar 2024
  • |
img

ÊLIH - Medenî Erol ê ku ji sedî 70’ê astengdar e û bi îşkenceya kuçikan hatibû binçavkirin bi şertê hepskirina malê hat berdan. 

 
Li Êlihê polîsan bi hinceta protestoyên tayînkirina qeyûm bi ser mala endamê Meclisa Şaredariya Êlihê Mehmet Erol de girtibû. Di serdegirtinê de polîsan kurê Erol, Medenî Erol ê ji sedî 70’ê astengdarê zihnî ye kiribûn binçavan. Polîsan bi kuçikan îşkence li Medenî Erol kiribû û ew bi awayek birîndar biribûn Midûriyeta Polîsan a Êlihê. Piştî karûbarên îfadeyên Erol ên li Midûriyeta Polîsan sewqî Edliyeya Êlihê hat kirin. Dozger îfade wergirt û Erol bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Nobedar kir. Dadgeriyê bi şertê kontrola edlî ya hepskirina malê biryara berdana Erol da.