Serokê Giştî yê CHP’ê Ozel diçe Êlih û Mêrdînê

  • rojane
  • 11:09 4 Mijdar 2024
  • |
img

ENQERE - Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ragihand ku dê biçe Êlih û Mêrdînê ku qeyûm lê hatin tayînkirin. 

Wezareta Karên Hundir îro di danê sibehê de qeyûm li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê kir. Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel piştî tayînkirina qeyûman, biryar da ku biçe Mêrdîn û Êlihê. 
 
Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk da zanîn ku Ozel dê piştî nîvro biçe serdana Êlih û Mêrdînê. Turk, wiha got: “Heke rewşeke cuda çênebe dê saet di 3’yê de ji Stenbolê bê Êlihê. Di balafira Êlihê de cih peyda kirine. Li bendê ne ku derdora saet 5’an jî li vir bin.”