AMED - Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan a Amedê di hefteya 824’an de çalakiya ji bo windayan li dar xist. Di çalakiyê de tundî û kuştina li ser jinan û tayînkirina qeyûman hat şermezarkirin.
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (KMM) a Amedê wek her hefteyê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Çalakî di hefteya 824’emîn de li ber Birdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya Amedê hat lidarxistin. Xizmên Windayan, rêveberên KMM’ê, endamên Meclisa Jinan a KESK’a Amedê, endamên Komeleya Jinan a Rosayê û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan hatin hilgirtin û pankarta ji wêneyên windayan pêk tê li erdê hat raxistin.
Jinên KESK’î bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê qerenfîl li Xizmên Windayan belav kirin.
‘JIN JIYAN E, JIYANÊ NEKUJIN’
Rêvebera KMM’ê ya Amedê Sûzan Mehmetoglû ewilî axivî û bi rasthatina 25’ê Mijdarê bal kişand ser têkoşîna jinan a li dijî tundiyê û kuştinên jinan û got: “25’ê Mijdarê ji bo me rojekî pirr girîng e. Di van salên dawî de kuştinên jinan û zarokan roj bi roj zêdetir dibe. Em van kuştinan şermezar dikin. Li ser jinan tundiya derûnî, fizîkî û aborî tê kirin. Em naxwazin tundî li jinan bê kirin û bên kûştin. Wê jin her tim li ber van kuştinan rabin û dest bidin hevdû û li qadan bin. Wê jin têkoşîna xwe xurt û bilind bikin. Em ê tundiyê û kuştinan bidin qedandinê. Em jinên têkoşer ku ji nav ne bar kirine jî bi bîr tînin. Heta ku jinek hebe wê têkoşîna jinan bê meşandin. Em bang dikin û dengê xwe bilind dikin; jin jiyan e jiyanê neqedînin û nekujin. Jin jiyan e, jiyan jî bi jinan ve ava ye. Dema jin tune bin jiyan jî tune ye. Heta ku jin azad nebin, civak jî azad nabin.”
‘DIVÊ DEST JI POLÎTÎKAYA QEYÛMAN BÊ BERDAN’
Mehmetoglû bal kişand ser tayînkirina qeyûmên ser şaredariyên Dêrsim û Pilûrê û got: “Şevê dinê dîsa qeyûm danîn Dêrsimê û Pilûrê. Danîna qeyûm desteserkirina îradeya gel e. Divê demildest dest ji vê tayînkirina qeyûman bê berdan. Em dibêjin şaredarî îradeya gel e, qeyûm ne îradeya gel e. Em polîtîkaya qeyûman şermezar dikin.”
Piştre endama Meclisa Jinan a KESK’a Amedê Hatûn Leyla Tuncer axivî û bal kişand ser çalakiya Xizmên Windayan.
SERPÊHATIYA DU XWIŞKAN
Endama Komîsyona Windayan a KMM’a Amedê parêzer Berfîn Elçî jî serpêhatiya Tayyîbe û Mumîne Sîncar ên xwişkên hev ku di sala 1994’an de li ku li navçeya Mahserta Mêrdînê ji aliye leşkeran ve hatibûn kuştin, hat xwendin. Elçî qala kuştina her du xwişkan kir û xwest faîlên wan bên darizandin. Elçî anî ziman ku malbata Sîncar gotiye ji ber ku wan cerdevaniyê qebûl nekiriye ev qetlîam li hemberî wan pêk hatiye.
Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna her du xwişkan û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.