Li Êlihê berteka ewil dayika Îpek Er nîşan da: Ma qet şerefa we tune ye

  • rojane
  • 09:26 4 Mijdar 2024
  • |
img

ÊLIH – Li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Êlihê berteka ewil ji dayika Îpek Er hat. Welatiyên hatin pêşiya şaredariyê jî dirûşma “Qeyûmên dizek dê biçin hûn ê hesabê bidin gel” berz kirin. 

 
Li Şaredariya Êlihê ya di bin rêveberiya DEM Partiyê de qeyûm hate tayînkirin. Piştî tayînkirina qeyûm, Hevşaredar Gulistan Sonuk û kesên pê re çûn pêşiya şaredariyê. Berteka ewil jî dayika Îpek Er nîşan da ku ji ber destdirêjiya çawişê pispor Mûsa Orhan hatibû û di 1’ê tîrmeha 2020’ê de întîhar kiribû. Dayika Îpek Er bi gotina “Ma qet şerefa we tune ye” nîşan da. Welatiyên hatin pêşiya şaredariya dorpêçkirî jî dirûşma “Dê qeyûm biçin û hûn dê hesabê bidin gel” berz kirin. Welatiyên hatin pêşiya şaredariyê hêj li wir disekinin.