Di salvegera darbeya siyasî de li 3 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin

  • rojane
  • 09:07 4 Mijdar 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di 8’emîn salvegera darbeya siyasî ya 4’ê Mijdarê ya li dijî parlamenterên HDP’ê de li 3 şaredariyan qeyûm hatin tayînkirin. 

Wezareta karên hundir a dewleta tirk li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, Şaredariya Êlihê û Şaredariya Xelfetî ya Rihayê yên di bin rêveberiya DEM Partiyê de qeyûm tayîn kir. Wezaretê, doz û lêpirsînên têkildarî hevşaredaran weke hinceta tayînkirina qeyûman nîşan da. 
 
Biryara tayînkirina qeyûm a li 3 şaredariyan, di 8’emîn salvegera darbeya siyasî ya 4’ê Mijdara 2016’an a li dijî parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hate kirin. Di 4’ê mijdara 2016’an de Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag jî di nav de ji bo 15 parlamenteran biryara binçavkirinê hatibû dayin. Demîrtaş û Yuksekdag jî di nav de 11 parlamenter hatibûn binçavkirin. 
 
Demîrtaş û Yuksekdag û parlamenter Îdrîs Baluken, Nûrsel Aydogan, Leyla Bîrlîk, Gulser Yildirim, Selma Irmak, Abdullah Zeydan û Ferhat Encu hatin girtin. Di operasyonên piştre de jî di 11’ê kanûna 2016’an de Serokwekîla Koma HDP’ê Çaglar Demîrel û Besîme Konca dema ji Meclisê derdiket hate giritn. Burcu Çelîk Ozkan a HDP’î jî di 19’ê nîsana 2017’an de li Mûşê hate girtin.